• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
"Amerika tu wexti ji însanan re azadiyê neaniye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya ku ji ciyên herî zêde ji lerê Sûrî bandordar bûne yekî ye ji ber ku di van rojên herî dawî de bi PYDyê re şer derdikeve diltirs e.

Gelê navçeyê karê vedana mevziyan a her dû terefan wek elametê şerê nirxand û gel ragihand ku ew naxwaze şer derkeve. Gelê ku geşedanên di vê bergehê de nirxand bi taybet ji DYAya ku piştgirî dide PYDyê re bertek nîşan dide.

Adnan Ersoz, diyar kir ku ew ji ber van geşedanên di van rojên herî dawî de diqewimin diltirs in. Dûvre Ersoz wiha li axavtina xwe zêde kir: “PYDya niçika PKKê bi piştgiriya DYAyê hewl dide ku Tirkiyê tehrîk bike û ji bo ku Tirkiye sînorên xwe biparêze tedbîr distîne. Ev yek jî bû sedema diltirsiya gel. Tabî em jî dixwazin wek Tirkiye piştgirî ji her kesên mezlûm re were dayîn… Lewra herkes karê xwe dike. Dema ku Misliman jî karê xwe pêk bînin dê ev rewşa neyînî ji holê rabe. Ev yek wek madî û manewî, esnaf zarok û malbatên me wek neyînî bandordar dike.”

“Tu kes naxwaze ku şer derkeve”

Abdulhakîm Dagbaşiyê ku diyar kir niha gel diltirs e wiha axivî: “Diyar nîne dê çi bibe. Ji ber ku PYD di sînorê de ye û Amerîka piştgirî dide wê em diltirs in. Me berê li Iraqê dît ku mitefikê Amerîka! çawa demokrasikyê anî. Karê me jî ew e ku em di vê warê de hişyar bibin û û li cem gelê mezlûm tevger bikin. Mişteriyên me tên û diçin. Tu kes naxwaze ku şer derkeve. Lewra li her du ciyan jî gel Misliman e. Lê Amerîka û Rusyayê ku ba dilê xwe demokrasiyê diparêzin ji ber ku di vê herêmê de dibin sedema fitnê em hevî nakin ku gaveke erênî bavêjin.”

Abdulkadîr Dagbaş jî diyar kir heke şer derkeve wekê her caran dê dîsa gel mexdûr bibe. Dûvre Dagbaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ji navçeya Telabyada Sûrî êrîş li qereqolê hat kirin gel diltirs e. Ji xwe çendîn sal e gel ji ber şerê li Sûrî mexdûr e û dê dîsa ji ber vê geşedanê gelê me mexdûr bibe. Wek gelê navçeyê em aciz in ku Amerîka li herêmê tovê fitnê diavêje. Ji xwe wekê berê me tu wextê nedît ku Amerîka azadiyê aniye. Berevajî ciyê ku ew çûye wir wê derê îşqal kiriye. Wek gelê Kaniya Xezalan em vê yekê dibînin.”

Mustafa Koç jî diyar kir ev şerê ku demeke dirêj e bidawî bû dûbare xwiya dike ku dê derkeve. Ji ber vê yekê gel diltirs e û ev yek karê li navçeyê wek neyînî bandordar dike.

“Gel diltirs e û ev diltirsî karê me jî bandordar kir”

Koç dûvre wiha axivî: “Li Kaniya Xezalan gor heyamên berê şer bi dawî bû. Evyek jî baş bû. Lê ji niha pê ve diltirsiyeke mezin heye. Gor agahiyên ku me bihîstiye PYDyiyên ku ber li Kaniya Xezalan bicî bûne hatine derxistin. Lewra me bihîst ku dê şereke mezin derkeve. Gel diltirs e. Ev diltirsî karê me jî bandordar kir. Gel mereq dike û dibêje gelo dê dewlet me li ciyeke din bicî bike? Dibe ku li herêmê şereke mezin derkeve û niha em bi çavê xwe dibînin ku PYD berê çekan daye Kaniya Xezalan. TSK jî mewzî dikole. Nexwe şer heye.” (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir