• DOLAR 32.561
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2430.055
  • ...
SON DAKİKA
 "Em dixwazin kesên sûcdar bên darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê du rojan li Silopiya Şirnexê wesayîta bi zirx a polêsan li malekê qelibî bû dîwara malê di ser 2 zarokên di mal de ketibû. Ji ber ketina dîwêr her du zarok jî jiyana xwe ji dest dabûn. Suat Yildimê apê 2 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ye di derbarê mijarê de darizandina kesên sûcdar kir.

Suat Yildirim di derbarê mijarê de diyar kir hêj ew di bin tesîra bûyerê de ye û wiha got: “ Hema ji nişka ve weke ku erdhej çêbûye dengek hat. Me bi lez xwe avêt derve. Min dît ku cîran kom bûne. Em çûne malê lê em nikaribûn deriyan vebikin û mal di tozê de mabû. Dema ku ez ketim hundir ez li rasta cesedên  her biraziyên xwe hatim. Perçe perçe bûbûn. Panzer ketibû nava hudnir bi xwe. Ev jî nîşan dide ku panzer bi surata dawî dihat ber bi malê ve. Me bi alîkariya cîranan zarokan rakirin nexweşxanê.”

Ap Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir biraziyên wî li nexweşxanê xistine lênêrîna giran û wiha got: “  Li wê derê herkes bi telaş  û bi hêrs bûn. Me ji  wan re got cewabekê bidin. Me dixwast hîn bibin ka ew di nîvê wê şevê de di wan kûçeyên teng de çima bi surata dawî panzerê dajotin. Tu kes tiştek ji me re negot. Em gilîdar in. Em dixwazin bila sûcdar bên darizandin.”

Berî vê du rojan li Silopiya Şirnexê wesayîta bi zirx a polêsan li malekê qelibî bû û dîwara malê di ser 2 zarokên bi navê Muhammed(7) û Furqan Yildirim(6)  de ketibû. Ji ber ketina dîwêr her du bira jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiyê ve hatiye dayîn  ji ber ku hakimiyeta dîreksiyonê hatiye windakirin panzer li malê qelibiye û di derheqê bûyerê de lêpirsîn  berdewam dike. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir