• DOLAR 32.563
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2433.907
  • ...
6 sal ji ser şehidiya Ubeydullah Durna derbas bûn lê hêj qatil nehatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer Oguzê ku ji ber minasebeta qetilkirina Ubeydullah Durna di derbarê qetlîamê de nirxandinan kir diyar kir divê dosya cardin bê vekirin û wiha got: “Ger ku ev dosya bê vekirin û bûyer bê robîkirin dê bûyerên ku failên wan mechûl in jî bên çareserkirin.”

“ Ev bû 6 sal ku ev cinayet hatiye kirin lê hêj gavek nehatiye avêtin”

Oguz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  di derbarê cinayetê de daxwaznameye ji Serdozgeriya Komare ya Gewerê re şandine, lê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Oguz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev bû 6 sal ku ev cinayet hatiye kirin lê hêj gavek li ber çav nehatiye avêtin û dosyayê rakirinê rafê. Me wan mehên borî ji bo seyra dozê hîn bibin daxwaznameyek ji Serdozgeriya Komare ya Gewerê re şand, lê belê tu bersiv nedan me.”

 “Em dibînin ji bo cinayet bê ronîkirin lêkolîna pêwîst nayê kirin”

Oguz di berdewam axavtina xwe de diyar kir di derheqê cinayeta Durna de lêpirsîna pêwîst nayê kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li ser hev 13 caran êrîş li Mustazaf-Derê ya şubeya Gewerê hat kirin, lê belê kesên êrîşkar nehetin girtin. Em dibînin ji bo cinayet bê ronîkirin lêkolîna pêwîst nayê kirin. Lewra ev cinayet cinayeteke ji rêzê nîne. Ev cinayeteke siyasî ye. Dema ku em rewşa giştî ya Gewerê jî bixin hisabê li gor me li pey cinayetê rêxistinê kiret û kûr hene.Wê demê 13 caran êrîş li Mustazaf-Derê hat kirin û di êrîşa 13emîn de Ubeydullah Durna hat şehîdkirin. Hêj ji failên van êrîşan yek jî nehat girtin.”

“Ger ev êrîş bên ronîkirin ew ê wê demê bi rastî jî ji wan rêxistinên qirêj hisab bê pirsîn”

Oguz diyar kir di ser wan rêxistinên qirêj ên li rojhilatê Firatê de nayê çûyîn, lewra digel ku di wê heyamê de gelek êrîş li STKyên Îslamî hatibin kirin jî  failên wan nehatine girtin. Oguz dû re wiha got: “ Meseleya herî mezin a li Tirkiyê meseleya Kurdan e. Meseleya Kurdan herema ku lê ceyran dike bajarên Kurdan a ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat in wek herema rojhilata Firatê tê binavkirin e. Li vê heremê gelek lîstik tên leystin û e leystik li Tirkiyê dibin sedema gelek rageşiyan. Ew kesên ku bi dirûşmaya ‘Em ê ji  wan rêxistinên kiret û qirêj hisabê bipirsin’  derdikevin rê mixabin di ser wan rêxistinên li rojhilata Firatê de naçin. Di wê heyamê de gelek êrîş li camiaya Mustezafan, Evîndarên Pêxember, STK û HUDA PARê hatin kirin. Ji çend heban pê ve failên van êrîşan nehatin dîtin û ev êrîş nehatin ronîkirin. Ger ev êrîş bên ronîkirin ew ê wê demê bi rastî jî ji wan rêxistinên qirêj hisab bê pirsîn.”

 “Ne mimkûn e ku polês êrîşê nedîtîbe”

Oguz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ne mimkûn e ku polês êrîşa ku hatibe kirin nedîtibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev hedîse li ber çavên polêsan hat kirin. Bi gotineke din ev êrîş li ber çavê polêsan û li ber kamereyan hat kirin. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku polês vê êrîşê nedîtibe. Ji rexê din ve beriya vê êrîşê rayedarên komelê polêsan geriyan û xwestin ku mudaxeleyî bûyerê bikin, lê mudaxele nehat kirin. Me heman helwestê di bûyerên 6-8ê Cotmehê di qetilkirina Yasîn Boru de jî dît.”

“Pêwîst dosya Ubeydullah Durna dîsa bê vekirin”

Oguz di dawiya axavtina xwe de diyar kir pêwîst dosya Ubeydullah Durna dîsa bê vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelek nîşane di holê de hene ku beşek girîng ên hêzên li heremê bi FETO re têkîldar in. Armanca van hêzan li heremê derxistine tevlîheviyê û ji vê sûd wergirtin bû. Ger bi şikleke baş tê xwestin FETO re micadele bê kirin pêwîst ew êrîşên ku li Mustazaf-Derê hatine kirin bên ronîkirin. Di ya rastiyê de fail bellî ne. Divê temamê hêzên ewlehiyê yên ku di wê heyamê de li wê derê dixebitîn werin lêkolînkirin. Ger îrtîbata wan bi FETO re bê tespîtkirin divê dosyaya Ubeydullah Dirna cardin bê vekirin.”

Her weke ku dê bê bîran li Gewerê di nava rojê de PKK li ber çavên polêsan û di dema ku kamere di qeydê de bûn Şubeya Gewerê ya Mustazaf –Derê ji xwe re kiribû hedef û êrîşî kiribû. Di êrîşa PKKyiyan de Ubeydullah Durnayê Arîkarê Serokê Şubeya Mustazaf-Derê ya Gewerê hatibû şehîdkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir