• DOLAR 32.602
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2491.942
  • ...
 "Ez diya 3 zarokan im, bila piyê min neyê jêkerin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di piyê Aşkin Cana ku li Diyarbekirê dijî û diya 3 zarokan e de berî vê 5 salan timora pî derket. Cana ku diyar kir doztoran jê re gotine ger ameliyat neyê kirim dê piyê wê bê jêkirin destnîşan kir ew careke bi alîkariyên ku hatine kirin ameliyat bûye  lê dema ku timor cardin derket jê re cardin hat gotin ku dê piyê te bê jêkirin.

Cana ku ger ameliyet neyê nebe dê piyê bê jêkirin di derbarê mijarê de wiha axivî: “Haya min berî vê 5 salan ji werimandina piyê min çêbû. Ez çûn nexweşxanê û ji min re gotin ku tumor e û gotin ku divê tu ameliyat bibe. Ji ber ku ev ameliyat li xesteyên dewletê nayê kirin doxtoran berê min dan xestexaneya taybet.”

“Ji ber ku îmkana min tuneye ez nikarim ameliyat bibim”

Can di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi alîkariyên ku hatine kirin ameliyat bûye  lê dema ku timor cardin derket. Can dû re wiha pê de çû: “Piştî ku cardin derket de xestexane mesrefeke zêde ji min re derxist. Ez çend mehan li fakulte û nexweşxaneya lêkolînê hatim tedawîkirin. Dû re ez çûm ba doztorê xwe yê kevin û ji min re got ku qetiyen piyê xwe nede jêkirin û ameliyat bibe. Ji ber ku derfeta min tuneye ez jî nikarim ameliyat bibim.”

“Ez diya 3 zarokan im, bila piyê min neyê jêkerin”

Can di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku mêrê wê bêkar e debara xwe bi zehmetî dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Karê mêrê min înşaatvanî ye, lê niha kar tuneye. Em di kirê de rûdinin. Ez bang li Serokkomar, Serokwezîr û xêrxwazan dikim ji min re bibin alîkar.Ez diya 3 zarokan im, bila piyê min neyê jêkerin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir