• DOLAR 32.516
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2428.624
  • ...
Zavayê Kadîr Topbaş ê ku ji FETOhatibû girtin hat tahliyerkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Omer Faruk Kavurmaci di bergeha lêpirsîna FETO ya ku li dijî karsazan hatibû destpêkirin de hatibû girtin. Kavurmaciyê ku di operasyona FETO de hatibû girtin bi bahaneyên tenduristiyê hat tahliyekirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qerara tahliyê ji teref Hakimtiya Cezaya Silhê ya nobedar ve hat dayîn, dozgerî ji qerara ku hat dayîn re îtîraz kir lê hakimtiya asta jor vê îtîrazê red kiriye.

Hakimtiya ku teleba tahliyê qebûl kir  ji bo Kavurmaci qedexeya derketina derveyî welêt anî û diyar kir divê her roja yekşemê herê qereqolê û îmze bavêje.

Di îddîanameya TUSKONê de ji 86 karsezên ku di nav de Kavurmaci heye re ji 7,5 salan heta 15 salan ceza tê xwestin.

Ji rexê kî ve hal ev e û ji rexê din ve halê mehkûmên nexweş û mutedeyyîn ên ku bi komplo û kumpasan ji ber nasnameyên xwe Îslamî hatine girtin jî li ber çavan e. Malbatên mehkûmên nexweş teleb dikin ku mexdûriyetên wan bê çareserkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir