• DOLAR 32.352
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2308.306
  • ...
Li Zanîngeha Entabê bi qizîkên biçûk mankentî dan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di danasîna tasarimên ku ji teref xwendevanên Beşa Tasarima Tekstîl û Modayê ya Fakulteyên Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Entabê ve hat tertîpkirin de cil û bergên xeyrî exlaqî û mustehcem li qizîkên biçûk ên kreş û koleja  Zanîngeha Entabê  dan lixwekirin û bi wan mankentî dan kirin ku ev yek bû sedema şaşmayînê.

Tê merakirkirin Entabî û STKyên li bajêr ew ê bertekek çawa ji defileya ku ne li gor exlaqa civakê ye re bertek nîşan bidin, lê belê cil û bergên xeyrî exlaqî û mustehcen li qizîkên biçûk ên kreş û koleja  Zanîngeha Entabê  li wan kirin  û bi wan kirina  mankentiyê bû sedema bertekan û ev yek li bajara Şehîd Kamîl bû sedema aciziyan.

Di wê bernameya ku tê de dîmenên ne li gor exlaqa civakê ne derket de Wekîlê Rektorê Zanîngeha Entabê Prof. Dr. Hilmî Bayraktar tiştên ku qewimîne bi hûnerê ve girê da û wiha got: “ Mixabin jêhatîbûna însanê Tirk bi hûnerên xweşik ve ev demek dirêj e ku hatiye jibîrkirin. Ger em tiştê ku me çêkiriye wergerînin modayê û derxin bazarê  em ê kareke gelek zêde bi dest bixin. Ji bo vê yekê Beşa Tasarima Tekstîl û Modayê ya Fakulteyên Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Entabê gelek xebatên xweşik dike.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir