• DOLAR 32.373
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2325.488
  • ...
"Tenê bi qeydên îstîxbaratî muamelekirin nîşaneyamasûmiyetê ya îhlalên giran e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn desteka tarimê ya ku ji hinek  cotkaran re dihat dayîn  berî vê çendakê hatibû qutkirin û her wiha protokola li hinek kargehan xebitandina kesan wek personelên ÎŞ-KURê hatibû betalkirin. Ji ber vê meseleya qutkirina desteka cotkaran û ji ber meseleya îptalkirina protokola ÎŞ-KURê ji teref Cemiyeta Mafên Mirovan daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de ji qutkirina desteka tarimê ya ku ji cotkaran re tê dayîn û ji meseleya îptalkirina prorokola li hinek kargehan xebitandina kesan wek personelên ÎŞ-KURê re bertek hat nîşandan.

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin de hat destnîşankirin ew qerara ku di derheqê her du meseleyan de hatiye dayîn  tê fêmkririn  ji bo kesên ku berî niha têkiliya wan bi ‘rêxistinên terorê re’  heye hatiye dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hatin kişandin li ser sepanên bêhiqûqî  Divê ew qerarên îdarî  li gor qanûn û normên hiqûqî bin. Ev yek pêwîstiya  prensîba ‘îdareya qanûnî’ ya ji prensîbên herî bingeh a hiqûqa îdarî ye. Bêyî ku hincetek jî bê nîşandan mahrûmhiştina kesan a ji van îmkanan bi dewleta hiqûqê re ne li hev e. Di encama serîlêdanên ku di derbarê mijarê de ji me re hatine kirin de hat dîtin ku exlebeyên kesên ku ji van derfetan mehrûm hatine hiştin kesên dîndar ên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de bi şiklekek nehiqûqî hatine mexdûrkirin in. Dema ku têkiliya yekî bi çalakiyên çekdarî û bi meseleya terorê re nehatibe îspatkirin û tenê bi qeydên îstîxbaratî muamele lê kirin qarîneya masûmiyetê ya herî giran e.”

Di dawiya daxiyaniyê de hat telebkirin ku îddîa û sepanên ku hene bila ji teref kesên meqamên îdarî ve bi hesasiyet bê lêkolînkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir