• DOLAR 32.378
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2326.01
  • ...
Ji ber baranê 3 wesayît di bin xaçarêya bi pir de mahsûr man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh piştî wextên nîvro li Diyarbekirê baraneke gelek zêde bariye. Ji ber barana ku bariya gelek kolan, kûçe û pir di bin avê de man. Ji ber baranê nexasim  xaçerêya bi pir a Nexweşxaneya Welidînê ya li ser Rihayê di bin avê de ma. Li cihê ku ava baranê lê kom bû 3 wesayît di nav avê de man. Kesên di wesayîtan de bi îmkanên xwe hewil dan ji wesayîtê derkevin.Piştî ku mesele hat vegotin re ekîbên DÎSKÎ û îtfaiyê hatin cihê bûyerê û xebat dan destpêkirin.

Latîf Alarê ku wesayîta wî di nav avê de maye diyar kir ji ber ku wesayîta wî di nav avê de mebû wî wesayîta xwe terk kiriye. Alar dû re wiha got: “Ez di halê seyrê de bûn û sewiya avê ne zêde bû. Min ji xwe re got ku ez ê karibim bidim nav avê. Lê dema ku ez ketim nav avê wesayît îstop kir. Min hewil da cardin bişuxilînim lê qet çênebû. Ji naçarî min wesayîta xwe terk kir. Dema ku min wesayîtê terikand min dît ku ajokareke pîrek jî di avê de mahsûr maye û nizane çi bike. Me wê ji wir xelas kir. Dû re sewiyeya avê zêde bû û wesayîta min di nav avê de ma.”

“Em cara ewil li rasta tiştekî wisa tên”

Alar di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku wesayîta wî di avê de maye re wî xeber daye polêsan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dû re ekîbên îtfaiyê û lêgerîna bin avê hatin. Me ji wan re got ku tu kes di wesayîtê de tuneye. Lê dîsa ew ji bo tedbîrê wesayîtan kontrol kirin. Em cara ewil li rasta tiştek wisa tên. Bi ya min sedema vê yekê kêmasiya şebekeya binî ye.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir