Li Mûşê qezaya trafîkê: 2 mirî
Di qezaya ku li Mûşê pêk hat de 2 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 34 NU 8747 a ku du xwendekarên zanîngehê tê bû ji Pira Algeviya li nêzî Gundê Konukbeklerê kete cobarê. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Mahîr Şîmşek û Vedat Tunçay jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)