• DOLAR 32.389
  • EURO 35.434
  • ALTIN 2324.336
  • ...
"Gelê me Platforma Evîndarên Pêxember tenê nahêle"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nivîskarên ku piştî bernameya Wîladeta Pîroz a li Wanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember hat lidarxistin fikr û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re anîn ziman destnîşan kirin ku gelê me Platforma Evîndarên Pêxember tenê nahêle.

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş û Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Alî Ortaçê ku wek gotarvan li Wanê beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bûn diyar kirin ku dê tu kes nekare doza Resûlê Xweda dûbare di mizgeft û xaniyan de heps bike û bal kişandin ku gelê me Platforma Evîndarên Pêxember tenê nahêle.

“Ez di vê qadê de cara yekemîn e ku qelebalixeke wiha dibînim”

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş, diyar kir piştî Diyarbekir û Êlihê di warê Wladeta Pîroz de Wan bajarê herî qelebalix e. Dûvre Goktaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di vê qadê de cara yekemîn e ku qelebalixeke wiha dibînim. Pirr ecêb e heke bala we jî kişandibe pirr qelebalix bû lê hemî ehlê vira nebûn. Ji ber ku şînayî bû herkes li wir bû. Kesên li derveyê qadê ji kesên di nav qadê de qelebalixtir bûn. Qasê ku min dît Wan; piştî Diyarbekir û Êlihê li Tirkiyê di rêza 3 yemîn de ye. Hemd ji Xweda re gel guhdariya me dikirin.”

“Bernameya fêmkirina Pêxemberê me wekê lehî belab bûye û dê tu kes nekare beriya vê yekê bigire”

Gogtaş diyar kir ku ji eynatê hinek organên weşanê yên ku armanca wan ew e bernameyên Wîladeta Pîroz sabote bikin qad ji ge hatibû dagirtin. Dûvre Gokta wiha pê de çû: “Dê tu kes nekare doza Resûlê Xweda dûbare di mizgeft û xaniyan de heps bike. Ev yek belav bûye û kes nikare beriya vê yekê bigire. Dema ku qala mewlîdê dihat kirin di TRTê de 3-4 kesên bi qerewat mewlîdê dixwandin. Bernameya fêmkirina Pêxemberê me wekê lehî belab bûye û dê tu kes nekare beriya vê yekê bigire.”

“Ev atmosfer eshabê Resûlûllah tîne bîra min”

Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Alî Ortaç, di derbarê bernamê de wiha axivî: “Mimkûn nîne ku mirov li hemberê vê atmosferê hestdar nebe. Kesên ku ji bo Wî dihatin cemhev, alîkariya Wî dikirin, di doza heq û edaletê de alîkarya Wî dikirin tîne bîra mirov. Em jî wek xatîbên Platforma Evîndarên Pêxember hewl didin eshabê Pêxember ên ku di doza heq û edaletê de alîkarya Wî dikirin bînin bîra qelebalixê.”

“Gelê me Platforma Evîndarên Pêxember tenê nahêle”

Ortaç diyar kir ku gel li Tirkiyê û Ewrûpayê Platforma Evîndarên Pêxember a ku bernameyên Wîladeta Pîroz lidar dixe tenê nahêle. Dûvre Ortaç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qesta me ya xwedîderketina li doza Wî, naskirina Wî û domandina jiyaneke wekê Wî ye. Ji xwe li vê dinê em çiqas jiyaneke wekê Wî bijîn dê em di axîretê de ew qas nêzî Wî bibin. Herî dawî em vê yekê ji gelê xwe re dibêjin. Guh bidin gotinên însanên ku ji bo rizayê Xweda bang li we dikin. Alîkariya wan bikin û wan tenê nehêlin. Di vê warê de gelê me Platforma Evîndarên Pêxember tenê nahêle.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir