• DOLAR 32.379
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2325.448
  • ...
Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama spasiyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn doh li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bi beşdarbûnên bi sedhezaran kesî û bi beşdarbûna mêvanên ji derveyî welêt hat tertîpkirin. Ev bernameya ku hat tertîpkirin di rojeva Tirkiyê de cihekî gelekî muhîm girt.

Di derbarê vê bernameya ku hat tertîpkirin  de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de Koordînatorê Bajêra Diyarbekirê yê Platforma Evîndaêrn Pêxember Cemîl  Cahît Unsal di bîran xist ku temaya bernameya wan a îsal ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bû.

Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî vê demeke dirêj dest bi haziriyên bernamê  kirine û ew tenê Wîladeta Pîroz a Hz. Muhammed pîroz nakin, bi heman awayî ew bi van bernameya hewil didin ku rêbertiya Hz. Muhammed zêdetir bê naskirin û zêdetir li sunneta wî xwedî bê derketin. Unsal dû re wiha got: “ Ew qelebalixa mehşerî ya ku li qadê top bûbû bi selewat û tekbîran girêdayîbûn, eşq û muhabbeta xwe ya li hember Hz. Muhammed nîşan da. Bi vî awayî temamê dinyayê cardin dît ku Diyarbekir Diyarê Îslamê û Diyarê Muhammed e.”

Unsal di berdewama axavtina xwe de ji ji dildar û endamên xwe re, ji endamên çapemeniyê yên ku reklama bernamê kirine re, ji wesayîtên veguhastinê yên ku xelk diveguhastin re, ji personelên tenduristiyê re, ji TVyên ku bernamê zindî dane re, ji platform û koma ku bangewaziya bernamê dikirin re, ji endamên çapemeniyê re, ji dikandarên ku  keda wan hebû re  û ji hunermendên Ozlem Ajansê re teşekkur kir.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir