• DOLAR 32.595
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2505.43
  • ...
Ji Yapicioglu peyama 1ê Gulanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku bi minasebeta “1ê Gulanê Îda Karker û Emekdaran” peyamek weşand diyar kir ji bo ku pirsgirêkên karkerên li welat werin çareserkirin bal kişand ser edaletê.  

Yapicioglu, diyar kir kesên ku di nav welat de dixebitin ji ber giraniya barê bacê ji jiyanê neyînî bandordar dibin û nêzî nîvê karkeran wek di bin sînora birçîbûnê de bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Her wiha Yapicioglu bal kişand ser zarok û pîrekên ku bi qîmeteke hindik wan didin xebatê.

Yapicioglu di peyamê de diyar kir ku ji ber tedbîrên kêm û şert û mercên neyînî yên xebatê qelek qeza pêk tên û ev yek sal bi sal zêdetir dibe. Yapicioglu ragihand ku di rewşeke wiha de mirov nikare aştiya civakê saz bike.

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îrade û hişmendiya ku di navenda wê de nirxên însanî û berjewendiyên mirovahiyê tune be nikare xizmetê belavê temamê civakê bike. Bes di nabeyna polîtîkaya îktîsadî ya ku bala xwe daye pêşvexistina aboriya welat û însanên me yên ku dixebitin de dagirkirina keda wan û mehkûmkirina wan a ji feqîrtiyê re heye. Li dijî Îslama ku dibêje ‘hêj ku xûdana karkeran zûha nebûye heqê wan bidin wan û nirxên însanî şer tê kirin ev yek jî edaletê wek neyînî ji bingehê bandordar dike. Pêwîst e hişmendiyeke ya ku dê vê tabloya neyînî ji holê rake, pergala kapîtalîst a ku zulm û îstîsmar dike rake him di polîtîkaya dewletê de û him jî di nabeyna kesên xwediyê karan de hakim bibe.

Yapicioglu di dawiya peyamê de wiha diyar kir: “Bi azmeke ku dê dinyayeke ku qîmeta kedê tê zanîn û heqê wê jî di hedîsa Pêxemberê me de wek; ‘Hêj ku xûdan zuha nebûye bê kêmasî hatiye dayîn’ tê diyarkirin,  barê bacê ji ser pişta karkeran were rakirin û bi şikleke adilane tê belavkirin were sazkirin 1ê Gulana Roja Karker û Emekdaran ya hemî emekdar, milet û mirovahiyê bibe wesîla hizûr û şahiyê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir