• DOLAR 32.598
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2509.425
  • ...
Ji bo ku li taxa wan camî bê çêkirin li benda alîkariyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serdar Durerê ku metna daxuyaniya çapemeniyê li ser navê taxê xwend diyar kir ji ber ku li taxeke ku nûfusa wê 600 e tunebûna mizgeftê wanan xemgîn dike.

Durer di daxuyaniya ku da de destnîşan kir taxekî bajêra  ku di dîrokê de ji Îslamê re sancaktarî kiriye mizgefte wê tune ye. Durer dû re wiha pê de çû: “ Deriyeke ku taxî lê nedan nema û tu netîce nestandin. Taxî ji bo herin camiyê sê kîlometreyan birêve diçin. Ji ber ku li taxa me ya ku nûfûsa wê nêzî 600î ye mizgeft tune ye taxî her tim di warê karên mîna cenaze û taziyê de zehmetiyê dikşînin. Taxî di serî de ji dewletê û her wiha ji xêrxwazan teleb dikin da ku  camiyekê li taxa me bidin çêkirin.”

Durer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bilî mişkîleye camiyê mişkîleyeke wan din jî heye ku ew jî tunebûna pirê ye.

Nesîh Geylanî jî di derbarê mijarê de diyar kir deriyeke ku wan lê nedaye nemaye û wiha got: “Li taxeke ku lê mekteba destpêkê û ya navîn heye mizgeft û qursa Qur’anê tune ye. Bila alîkarî ji me re bê kirin.”

“Em li benda alîkariya xêrxwaz û dewletê ne”

Ecvet Yilmazê ji nîştecihên taxê jî di derbarê mijarê de diyar kir ew ji ber tunebûna camiyê di karên taziyê û cenazê de pir zehmetiyê dikşînin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel ku komaleya me hebû û serîlêdan kir jî me tu encam negirt. Em li benda alîkariya xêrxwaz û dewletê ne. Zehmetiyên me gelek in lê bêcamî qet nabe. Em cezaneyên xwe li dereke din dişon û taziyeyên xwe jî li dereke din dideynin. Ger camiya me hebana em ê van tiştan li camiya xwe kiribana. Rewşa nîştecihan a îqtîsadî nebaş e. Ji ber bê yekê qeweta me nîne.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir