• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Kesên ku li pey edaleta bê jiyana Pêxember bûn ketin girdavê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonulê ku diyar kir dîrok jî bûye şahid kesên ku li pey edaleta bê jiyana Pêxember bûn ketin girdavê wiha destnîşan kir: “Divê ku Pêxember (as) di dilan de were nexşkirin. Dê wê çaxê hizûr, edalet û heq tecelî bike.”

Serokê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul, ji ÎLKHAyê re bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê di Qada Newrozê de hat lidarxistin nirxand.

Akgonul, diyar kir ku wan çend meh berê di derbarê Mewlûdê de dest ni xebatê kirine û li gelek noqteyên Tirkiyê bername lidar xistine.

Akgonul wiha axivî: “Îro li Diaybekirê ev bernameya ku hat lidarxistin pirr bi îhtîşam bû. Em dibêjin maşellah, barekellah. Bereketa vê ya rastî di naj jiyana Pêxember (as) de veşartî ye. Em hêvîdar in însanên ku ji bo Pêxemberê me haptine cemhev dê mikafat û ecra vê yekê bistînin. Înşaellah dê him li dinê û him li axîretê bibe şahidê gelek tiştên xweş.”

“Divê peyam û hedîsên Wî yên ji bo çareseriyê dûbare bên rojevê û bi vê şiklê di bin siya Pêxember de însan werin cemhev”

Akgonul wiha destnîşan kir: “Divê Resûlullahê (as) ku di navenda vê evîndariyê de ye ji bo çareseriyan dûbare were rojevê. Divê peyam û hedîsên Wî yên ji bo çareseriyê dûbare bên rojevê û bi vê şiklê di bin siya Pêxember de însan werin cemhev da ku prsgirêk werin çareserkirin. Tefrîqayên di nabeyna Însanan de li vê derê baş xwe dide nîşandan. Înşaellah dê herkes ji bo xwe dersek ji vê yekê derdixe.”

“Divê ku Pêxember (as) di dilan de were nexşkirin”

Akgonul wiha pê de çû: “Em ji vir vê mesajê didin Mislimanên li dinyayê; Hûn li pey hizûr û edaletê ne? Hûn dixwazin heq û heqîqetê bidest bixin? Hûn dixwazin ji derd û kulên xwe xelas bibin? Ev qada delîl û bersiva vê yekê ye. Van hemiyan di Hz Muhammed de bibînin. Li cî û deriyên din li pey heq û edaletê negerin. Mirov ji wan rêyan dernakeve. Çendîn sal e dîrok bû şahid kesên ku li pey edaleta bê jiyana Pêxember bûn ketin girdavê. Divê ku Pêxember (as) di dilan de were nexşkirin. Dê wê çaxê hizûr, edalet û heq tecelî bike.” (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir