• DOLAR 32.581
  • EURO 34.914
  • ALTIN 2428.574
  • ...
 "Heke em ê li dinyayê edaletê belav bikin divê em bi qewet bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatoriya Wanê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Wanê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Ehlê Wanê eleqeyeke pir zêde nîşanî bernamê dan. Di bernameya ku hat tertîpkirin de hat diyarkirin ji bo heq û edalet li ser dinyayê bê tesîskirin divê hêz û qewet di destên Mislimanan de be.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û tê îlahî û ezgî hatin bilevkirin de Birêvebirê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş axavtinek kir. Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir dê ji îro pê ve tu pêxember neyin û ji ber vê yekê kesên ku dê dozên wan bidin domandin em in.

“Dinya wisa ji edaletê re muxtac bûye ku di tu dewr û tarîxê de dinya wisa li benda edaletê nemabû”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir di bernameyan de her sal taybetiyeke Resûlullah tê vegotin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îsal jî em bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ qala taybetiyeke wî din dikin. Di ya rastiyê de Xweda temamê pêxemberan ji bo vê yekê şandiye. Em jî îsal qala vê yekê dikin. Dinya wisa ji edaletê re muxtac bûye ku di tu dewr û tarîxê de dinya wisa li benda edaletê nemabû û wisa hêvî nekiribû ku heq bê hakim kirin. Ji ber vê yekê em taybetiya pêşawa û rêberê xwe ya heq û edaletê derdixin pêş û tînin rojevê.”

 “Divê hêz û qewet di destên însanên bi îman de be”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê hêz û qewet di destên însanên bi îman de be û dû re wiha got: “ Ger hêz û qewet têkeve destên bê îmanan de dê rewş wisa be. Dema ku însan bû xwedî hêz û qewetê û dema ku xwe tiştekî hesiband û dema ku pereyên wî çêbû û hat desthilatdariyê ger bêîman be dê ew ê bi bêwijdanî tevbigere û karê ku dê bike ev be. Divê hêz û qewet di destên însanên bi îman de be. Resûlê Xwedê di vî warî de bi ser ket. Mekke û Medînê kir mîna cennetê û zilm xelas bû.”

 “Ger em ê li dinyayê edaletê belav bikin divê em bi qewet bin”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo edalet bê tesîskirin dibê mirov xwedî hêz û qewetê be û dû re wiha pê de çû: “Edalet li malê dest pê dike. Divê em li hember ewlad û eyalê xwe bi edalet bin. Madem em ê li dinyayê edaletê belav bikin divê em bi qewet bin. Edalet encax bi hêz û qewetê mimkûn e. Her wiha divê birêveberî di destên ehlê îmanê de be. Bala xwe bidinê îro Awrûpa hêz, qewet û teknolojiyê xistiye destê xwe û li her derê xwînê dirjîne. Bi kû ve çûbin wê derê herimandine û bombeyan li wir de berdane.”

Nivîskar-Lêkolîner M. Elî Ortaçê ku di bernamê de axavtineke bi Kurdî kir jî diyar kir  em ê dîsa xwedî li doza Hz. Muhammed derkevin.

Bername bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir