• DOLAR 32.33
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2307.15
  • ...
Aliman bernameya Wîladeta Pîroz nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alimên ku bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)’ li Diyarbekirê hat lidarxistin nirxandin destnîşan kirin ku bernameyên bi vê şiklê ji wehdetê re zemîn hazir dikin

Aliman diyar kirin ku îttîhad jî bi civîna li derdora eşqa Muhammed mimkûn e û paydaya hevpar a Mislimanan evîndariya Pêxember e.

Şêx Fatîh Analê ji rîsipiyên herêmê destnîşan kir heke însan rêya Hz Muhammed bişopînin dê bibin bira û civîna gel a di bernamê de nîşaneya evîndariya Pêxember e.

Dûvre Anal wiha qala faydeya van bernameyan kir: “Mirovahî, heke Hz Muhammed (sav) nas bike û Wî teqîb bike li dinê tu kes hevdû aciz nake û dê herkes bibe bira. Ez ji ji van bernameyan pirr hez dikim û dixwazim ku her wext were lidarxistin. Gelek faydeyên van bernameyên ji bo ciavakê heye. Hûn jî dibînin li vir bi milyonan însan hatine cemhev û hemî ji bo Pêxemberê xwe hatine vira.”

“Îttîhad bi eşqa li derdora Pêxemberê me mimkûn e”

Analê ku bal kişand ser wehdetê wiha destnîşan kir: “Bes wehdet bi eşqa li derdora Pêxemberê me mimkûn e. Kî li derdora Pêxemberê me were cemhev, di rêya wê de bimeşe dibe bira û îttîhad pêk tê. Îttîhad bi eşqa li derdora Pêxemberê me mimkûn e. Irq, reng û meşreba mirov çi dibe bila bibe bi hatine cemhev mimkûn e.”

Serokê Vakfa Lêkolînên Siyerê Muhammed Emîn Yildirim jî diyar kir ku bes evîndariya Pêxember dikare Umeta Îslamê rake ser piyan.

“Mijara bingehîn a siyerê meseleya heq û edaletê ye”

Yildirim diyar kir ku Platforma Evîndarên Pêxember temaya îsal baş diyar kiriye û dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku vê şahiyê bihev re bijîn em li vir in. Divê di van rojan de qala hinek wesfên Pêxemberê me were kirin. Bawer bikin îro di vê wext û zemînê de mijara herî girîng heq û edalet e. Ji ber vê yekê ji bo ku Platforma Evîndarên Pêxember îsal vê temayê diyar kiriye ez wan pîroz dikim. Temaya ku hilbijartine îro wek Misliman divê ku em bidin nîşanê dinyayê. Ev pirr girîng e. Lewra em di dinyayeke ku tê de edalet tune de dijîn.”

“Heke em di vê amelê de werin cemhev dê em di pêvajoya dûvre de yekitiyê pêk bînin”

Yildirim diyar kir ev dîmen ji bo wehdetê girîng e. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li menzerê mêze dikin ji xwe tê dîtin ku ji bo wehdet pêk were gaveke çawa baş hatiye avêtin. Di vê protokolê de jî alimên ku ji çarterefê erdnîgara Îslamê hatine hatine cemhev. Ji Îran, Iraq, Sûrî, Lubnan û ji gelek ciyên din însan hatine. Ji Şerq heta Xerbê gelek însan dixwazin bên vê coşê bibînin. Divê ku mirov bizane wehdet li ser masê pêk nayê.”

Îmam Xatîbê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê Osman Yagmur jî diyar kir ku di serî de bajarê Diyarbekirê wek gelemperî yekitiya Umetê pêk tîne.

“Divê ku em peyama Pêxemberê me bigihijînin her derê û ji bo tesîsa hizûrê hewl bidin”

Yagmur wiha pê de çû: “Quran û Sinet Mislimanan tîne cemhev. Dê gelek faydeyên van bernameyan hebe. Ciwan û îsanan dide hereketkirin û şiûrê dide wan. Divê ku ev salê careke neyê lidarxistin. Divê ku di 364 rojên din de jî were lidarxistin. Bes di rojeke de Pêxember were bibîranîn û di 364 rojên din de neyê bibîranîn exlaqî nîne. Divê em van rojan wek nirxandin bihesibînin. Divê ku em peyama Pêxemberê me bigihijînin her derê û ji bo tesîsa hizûrê hewl bidin.” (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir