• DOLAR 32.575
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2427.169
  • ...
 "Hêviya me dîsa ji vir derketina neviyên Selahaddîn in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Parka Newrozê ya Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin. Şêx Bilal Şabanê Rêberê Hareketa Îslamî Tewhîd ê Lubnanê bernameya Wîladeta Pîroz ji ÎLKHAyê re  nirxand. Şêx Bilal di derheqê bernamê de diyar kir hêviya me dîsa ji vir derketina neviyên Selahaddîn in.

 “Cudahiya me ji Ummeta Îslamê re îxaneta herî mezin e”

Şêx Bilal di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kelecan û heyecana beşdarbûna bernameya Wîladeta Pîroz nikare îfade bike û wiha got: “Ez kelecana ku niha di bernamê de dijîm nikarim bibêjim. Ji îfadekirina vê kelecanê re peyv û gotin ne bes in. Ev bername ji me re dibêje ku divê Misliman êdî dev ji îxaneta ku li Fîlîstîn û Doza Îslamê dikin berdin û divê  em  werin ba hev.Lewra cudahiya me ji Ummeta Îslamê re îxaneta herî mezin e. Divê Misliman yek bin. Amerîka û Îsraîl li nava çavên me dinêrin û axên me îşxal dikin ku ji bo me eyba herî mezin ev e. Ji ber vê yekê ez ji wan kesên ku vê bernamê tertîp dikin re teşekur dikim. Weke ku ew dibêjin divê yekîtiyek bê sazkirin û divê temamê Mislimanan werin bal hev. Em li vê derê ji muhabbet û qalbên wan kesên ku bi aşq dixwazin bibin yek re bûn şahid. Lazim e  ku em bibin yek da ku cardin ji nav me Selahaddîn, Mehmet Fatîh û kesên mîna Osman derkevin. Her wiha divê em jiyana sehabiyên mîna Hz. Omer, Ebubekir, Osman û Elî ji xwe re mînak bistînin û li dor wan em bibin yek.”

 “Heq û edalet encax bi yekîtiya Mislimanan mimkûn e”

Şêx Bilal di dawiya axavtina xwe de diyar kir em wek Misilmanan baweriya xwe bi tenê bi Xwedayekî tînin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê em yek bin, ferqekî Resûlê Xwedê heye. Dînê wî dîneke gerdûnî ye, Xweda wî ji bo temamê aleman wek rahmet şandiye. Divê em jî di vê çarçovê de ji bo edalet û yekîtiya Xwedê belav bikin hewil bidin û bixebitin. Heq û edalet bi yekîtiya Mislimanan mimkûn e.  Xweda ji me re nîşan daye ku mumin û Resûlullah  dostê mumninan e û dîsa bi vê şiklê kafirên me jî ji me re daye naskirin. Xweda diyar kiriye ku li hember Mislimanan dijminên herî mezin Cihû ne ku a niha ew Cihûyên ku li Filîstînê zilmê li Mislimanan dikin jî dijminê me yê herî mezin in. Ev yek di Qur’anê de jî heye. Hêviya me dîsa ji vir derketina neviyên Selahaddîn in.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir