• DOLAR 32.557
  • EURO 34.921
  • ALTIN 2427.115
  • ...
 "Em ê çêkirina berhemên ku tê de eşqa Pêxember hene bidomînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em ê eşq û muhabbeta Hz. Muhammed bi ezgiyan hînî xelkê bikin”

Hûnermendên bi navê M. Alî Oguz, Ozcan Atsat, Bîlal Guler û Remzî Esmer di derbarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi sedhezaran kesî hat tertîpkirin bûn di derbarê mijarê de diyar kirin em wek Ozlem Ajansê endamê Platforma Evîndarên Pêxember in, em bi dengkirina merş û îlahiyan ser bilind in,  em ê eşq û muhabbeta Hz. Muhammed bi ezgiyan hînî xelkê bikin, heta ku ji destên me hat em ê çêkirina berhemên ku tê de eşqa Pêxember hene bidomînin, em ji beşdarbûna vê bernamê gelek şad û bextewar in.

“Bi rastî jî ji ber vê dîmena ku ez wê dibînim dilzîz dibim”

Hûnermend Ender Tekînê ku cara ewil beşdarî bernameyê bûye jî di derbarê mijarê de diyar kir bi milyonan însan bi hev re eqş û muhabbeta Hz. Muhammed bi deng dikin ku ev yek jî mirov bi kelecan dike. Tekîn dû re wiha got: “Derdoreke pir xweş e, bi rastî qelebelixeke muazzem heye, ez parîkek şaş mame. Lê bi rastî jî ji ber vê dîmena ku ez wê dibînim dilzîz dibim. Ez pir bi heyecan im, li vê derê bûyîn nayê îfadekirin. Diyarbekir îro pir xweş e.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir