• DOLAR 32.564
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2430.102
  • ...
 "Em ê mîna Selaheddînê Eyyûbî cudahiyan bînin ba hev û em ê li wê mîrasê xwedî derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ a ku li Diyarbekirê ji teref Platforêa Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bû. Yapicioglu di derheqê bernameya ku bi sed hezaran beşdarî bibû de nirxandinan kir.

Yapicioglu di destpêkê de ji Platforma Evîndarên Pêxember re teşekkur kir û diyar kir temaya îsal a bernameya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ e ku dayîna vê qerara temayê qerareke bi îsabet e.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ummet ji roja ku şop û rêya Resûlê Xwedê terk kiriye ve hizûrê nedî û dû re wiha got: “ Piştî vê terkkirinê ne edalet ne jî hizûr ma, biratî xera bû. Dema ku biratî xera bû jî bêhizûrî rû da. Carcar ji dêla bêhizûriyan ve pevçûn derketin. Ger em dixwazin ku ji vê halê ku em di nav de derkevin û ger em dixwazin ji nûv re biratî têkeve nav me divê em edaletê tesîs bikin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em edaletê cihê ku me wê lê winda kiriye bigerin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku edalet ji nav me derket re em ketin îxtîlafê. Piştî ku me edaletê winda kir re ger em li ber devê deriyê wan dagirkerên ku me kirin  perçe perçe  edaletê bigerin û ger em bifikirin ku em ê bi têgihiştinên wan edaletê peyda bikin  em ê xeta bikin. Em esle nikarin edaletê bibînin. Naxwe divê em edaletê li wê cihê ku me wê lê winda kiriye bigerin. Dema ku edalet li cihê rast bê lêgerîn înşallah dîtina me wê nêz e.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala girîngiya bernameyên Wîladeta Pîroz kir û wiha got: “ Ummet îro di haleke wisa de ye ku bi rastî ji wan tiştên ku dê wê ummetê bîne ba hev yek jî hezkirin û muhabbeta  Hz. Muhammed e. Em ummetê Wî ne, ger em ê ji nû ve bibin ummet divê em li dora wî li hev bicivin. Tu tiştekî din a ku me bîne li ba hev nîne. Ev eşqa Muhammedî înşallah ew ê belav bibe û ji her qewm û mezhebê însanan bîne ba hev  û dê wan kom bike. Niha di nav mêvanan de ji qewm û zimanên cuda gelek însan, alim, rîspî û mêvan hene û hatine vê derê. Înşallah em ê jî wek qala xwe Selahaddînê Eyyûbî qewmû mezhebên cuda li dora eşq û muhabbeta pêxember cardin bicivînin  û em ê li mîrasa wî xwedî derkevin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir