• DOLAR 32.314
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2279.904
  • ...
Evîndarên Pêxember ji Diyarbekirê bang li alema Îslamê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Koordînatortiya Diyarbekirê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)’ hat lidarxistin. Evîndarên Pêxember ji Diyarbekirê bang li alema Îslamê kirin

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ku çavkaniya hemî pirsgirêkên li erdnîgara Îslamê pergalên beşerî yên dere Îslamî ne. Xilasbûna ji vê rêyê ew e ku bes mirov ji Xweda re bibe evd.

Her wiha di bernamê de gelek personelên tendirustiyê û ambulans cî girtin. Ji bo ku zarokên winda dibin aciz nebin gelek lîstok, tiştên xwarin û vexwarinê anîn qadê û ji bo zarokên windabûyî gelek psîkolog jî li wir bûn. Di qadê de ji bo ewlehiya tendirustiyê jî korîdor hat vekirin.

Yasîn Boru û hevalên wî û Aytaç Baran jî nehatin jibîrkirin

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin û Aytaç Baranê ku di 9ê Hezîrana sala 2015an de dîsa ji teref PKKê ve hat şehîdkirin nehaptin jibîrkirin. Fotografên wan di qadê de hatibûn daliqandin.

‘Em hemî Yasîn Boru ne’

Ciwanên ji bo ku beşdarê bernamê bibin wek wegirtî bi tîşortên Yasîn Boru û hevalên wî bi tekbîran hatin qadê. Li ser tîşortên wan wek ‘Em hemî Yasîn Boru ne’ dinivîsiya.

Ji Tirkiyê gelek endamên partiyên siyasî, rêvebirên STKyê, alim, rewşenbîr, nivîskar, rîspî yên ku di nav wan de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û alîkarên wî beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bûn.

Ji Kurdistana Îran, Iraq, Sûrî, Lubnan, Misir, Urdunê alim, rîspî û endamên partiyên siyasî beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bûn. Hat destnîşankirin ku ji 6 welatan bi tevahî herî kêm 200 kes hatine.

Di bernameyê de hunermendên Ozlem Ajansê û hunermend Ender Tekîn bi ahengên ku sitirandin Evîndarên Pêxember anîn coşê.

Bername, li ser ekranên hinek TVyan wek zindî hat weşandin. Di qadê de Rehber û Kudus TV zindî weşan kirin.

Piştî ku banga nîvro hat dayîn cemaet nimêjê kir û piştî nimêjê bername bi Tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir. Dûvre Hunermendan îlahiyên xwe sitirandin.

Dûvre Berdevkê Heyamê yê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş peyama Wîladeta Pîroz xwend.

Peyama Wîladeta Pîroz a Platforma Evîndarên Pêxember

Berdevkê Heyamê yê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş, di peyama Wîladeta Pîroz de bal kişand ser heq û edaleta Hz Muhammed û di derheqê yekitî û aşitiyê de axivî.  

Ograş, di Peyama Wîladeta Pîroz de bal kişand ser van xalan

1- Heq û Edalet; di hemî çareseriyên pirsgirêkan de divê ku mirov Quran û Sinetê ji xwe re bike hekem.

2-Heq û Edalet; xelasbûna ji belavbûn û perçebûnê ye û pêkanîna Wehdetê ye.

3-Heq û Edalet; îxtîlaf û pevçûnan berteref dike û di şûna xizmetkirina ji endamên kufr û tuxyanê xwe lêgirtina bi werîsa Xweda mimkûn e.

4- Heq û Edalet; di şûna şer, qetlîam û enqazê de sitirîna li sulhê ye.

5- Heq û Edalet; mirov ji derew, îftira û şewşandinê xelas dibe û ber bi îqameya şehadetiya adil ve diçe.

6- Heq û Edalet; ji kîn, edawet û dijmintiyê, xelas dike û mirov ber bi biratiya Îslamê ve dibe.

7- Heq û Edalet; Mirov ji hawîrdora eglebûn û bê ewlebûnê dûr dixe û ber bi bendera wefaya ehdê û ewlehiya dirustiyê ve dibe.

8- Heq û Edalet; mirov ji belengazî, birçîtî, feqîrtiyê xelas dike û ruhê alîkarî û piştgiriyê îhya dike.

9- Heq û Edalet; mirov ji tarîtiya nezanîn û cehaletê derdixe, ber bi ronahiya ilm û hîkmetê ve dibe.

10- Heq û Edalet; mirov ji koletiya pergala beşerê xelas dike û ber bi evdutuya Xweda ve dibe.  

Dûvre dûbare hunermendan îlahî sitirandin. Piştî îlahiyên hunermendan bernamevanê TVyê Yunus Emîroglu mêvanên ku ji derveyê welat hatibûn da nasandin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadu’l Ulema Mela Beşîr Şîmşek, di derbarê temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)’ de axivî.

Şîmşek, pirsgirêk û meseleyên ku alema Îslamê tê de ye wek nexweşî wesfand û destnîşan kir ku heq û edalet bes bi pêxember û wehiyan pêk tê.

Şîmşek, destnîşan kir ji bo ku edalet pêk were divê mirov berê ji xwe dest pê bike. Dûvre Şîmşek wiha diyar kir: “Em îsal bi temaya Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (sav)’ li hemberê we ne. Wekê ku hûn dizanin di serî de li erdnîgara Îslamê li her derê kaînatê em rojên dijwar û bizehmet derbas dikin. Sedemên van rojan ew e ku heq û edalet tune. Ji b ovan fitne û fesadiyan herkes tişteke dibêje. Me xwest ku em vê heqîqetê ji hemî alema Îslamê û Mislimanan re îlan bikin.”

Şîmşek wiha qala sedemên nexweşiyên di nav alema Îslamê de kir:

“Sedema nexweşiyên mewcûd a yekemîn Îslam nîne. Kaînat di nav heq û edaletê de hatiye xulqkirin. Di kaînatê de mexlûqê herî biqîmet însana xelîfeyê ser rûyê erdê ye. Ji bo ku însana herî bi fezîlet a di kaînatê de dinya û axîreta xwe di nav hizûrê de derbas bike Xweda qanûn şandiye. Navê vê qanûnê edalet e. Ji navên Xweda yekî Adl û ya din Selam e. Xweda adil e û li ser rûyê dinê edalet dixwaze.

Ya duyemîn divê ku em vê bizanin; ji bo hizûr û xweşiya hebûnê ya di kaînatê de Xweda qanûneke bi navê Qurana Pîroz şandiye. Ji bo ku ev hizûr û xweşî hebe jî Pêxember şandiye. Hemî Pêxember ji bo ku hizûr û aramiyê hakim bikin hatine şandin. Ji bo ku edalet pêk were pêxember hatine şandin.

Rast e, heq û edalet bes bi pêxember û wehyê pêk tê. Kesê ku însanan ji qerna cehaletê xelas kir Hz Muhammed nebû? Kesê ku mezlûman ji zûlma Nemrûd xelas kir Hz Îbrahîm nebû? Ji ber vê yekê em dibêjin gelê mezlûm, kesên ku malên wan hilweşiyaye ser wan û dinyaya wan xera bûye! Wellahî divê ku em jî bizanin îro xelasiya me bi Quranê ye.

Divê ku em berê ji xwe dest pê bikin. Heke em nexwezin ji vê halê xelas bibin Xweda me ji vê halê xelas nake. Divê ku em bizanin xelasî bi Quran û Pêxember e. Dê em jî wekê eshabê Pêxember bibin yek. Bibin bira. Dê em li dor Quran û Sineta ku Pêxember ji me re hêştiye bicivin. Dê her yekî ji me di dilê xwe de muhebbeta Xweda û Resûlullah bihewîne. Roja ku me xwest em ji vê halê xelas bibin dê em xelas bibin.”

Dûvre Yunus Emîroglu, helbesta bi navê ‘Bê te Nabe’ Tirkî xwend. Emîroglu beyta herî dawî Kurdî (Kurmancî-Zazakî), Tirkî û Erebî xwend.  

Piştî ku Ender Tekîn îlahî sitirand Serokê Vakfa Lêkolînên Siyerê Muhammed Emîn Yildirim jî diyar kir ku ew ji bo axavtinê nayêDiyarbekirê. Ew ji bo ku şarj û motîve bibe tê Diyarbekirê.

Yildirimê ku diyar kir Diyarbekir bajarê Îmanê ye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez Xweda bikim şahid û ji we re tişteke bibêjim; Ez ji bo axavtinê nayêm Diyarbekirê. Ez ji bo ku deşarj bibim têm vir. Lewra Diyarbekir, bajarê Îmanê ye. Bajarê Îslamê ye. Ez ji bo ku ji mêrxasan eşqa şehadetê hîn bibim têm vira. Ez ji bo ku ji xuşk û dayîkên dema ku navê Pêxember dibihîsin çavê wan tîje hêstir dibe dengê wan kêm dibe evîndariya Pêxember hîn bibim têm vira. Ez lbi rastî jî ji bo ku çawa Pêxember tê hezkirin, çawa mirov dibe evîndarê Pêxember, ev evîndarî çawa dizivire eşqê û rastî jî mirov çawa dikare nûnertiya vê yekê bike têm Diyarbekirê. Ji ber vê yekê Xweda we mihefeze bike û her tim ji hebûna xwe we xeberdar bike. We mihefeze bike.”

 “Birayên Yasînan bersiv dan kesên ku li dijî Wîladeta Pîroz in”

Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha ez tişteke din dixwazim li cem we diyar bikim. Îro em bes ji bo ku wîladeta Resûlê Xweda pîroz bikin nehatine vira. Ji min re gotin van rojan kesên ku li dijî Wîladeta Pîroz diaxivin hene. Tu jî Serokê vakfa siyerê yî. Di derbarê vê yekê de tişteke bibêje. Min tu tişteke negot. Niha dê ez bibêjim; bersiva herî baş a ji dost û dijminan re hûn in. Min dikariya bersiveke ji vê bêhtir bidabûya? Birayên Yasînan bersiv dan kesên ku li dijî Wîladeta Pîroz in. Em bes li vir ji bo ku wîladeta Pêxember îdraq bikin nayên vira. We dilê mezlûmên di zindanên li Misrê de rehet kir. We rûyê mezlûmên li Filîstînê kenand. We ji Amedê da nîşandan ku însanên ku li Sûrî, Helebê malê wan wêran bûne bê xwedî nîne.”

Yildirim di derbarê xîreta Kurdên Misliman de aivî. Yildirim wiha destnîşan kir: “Mezinê we Selaheddîn, di heyama ku xaçperestan xwîna Umetê dimijan de bes got evîndariya Pêxember. Wekê îro însanan seferber kir. Banga ku hatibû kerkirin piştî 88 salan gihand Qudsê. Bi îzna Xeweda Îsraîlê ser û bin kir. Carek din leşkerên ku di heman erdnîgarê de derketin dê ji Qudsê banga Muhemmedî bînin. Û înşaellah dê zarokên Selaheddîn vê yekê bikin. Em hatin vira da ku muhebbeta xwe nû bikin.”

Yildirim diyar kir ku tu wextî DYA, Ûris, Îsraîl û Miletên Yekbûyî edaletê temîn û tetbîq nekin. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku em ji qada Amedê vê gotinê bînin ziman. Wek slogan hareketa kesên birûmet ev bû; Kî dibe bila bibe mirov li dijî zaliman bibe û kî dibe bila bibe mirov terefderê mezlûman bibe. Dîn û aîdiyeta nayê pirskirin. Mazlûm li kû derê bibin Misliman li wê derê ne. Zalim li kû derê bibe Misliman li dijî wan in.

Nexwe birayên min! Ji bo ku dewleteke bibe dewleta Îslamî kafî nîne ku li ser ala wê Laîlaheîllallah binîvîse. Kafî nîne ku pîrek lbi hîcab û zilam bi rih bibin. Ji bo ku dewleteke bibe Îslamî bes kafî nîne ku serokê dewletê bi navê Xweda dest bi axavtinê bike û biçe nimêja înê. Ji bo ku dewleteke bibe Îslamî 3 şert heye. Tewhîd, edalet û meşweret. Heke ev her 3 hebin Îslam heye.

Li ser navê edaletê divê ku em bibin mînak. Em ji bo karê xwe li hevdû bişêwirin. Dê em li ser vê axê dengê Îslamê bi tu kesê nedin paqijkirin.

Em bawer dikin: ji kesên ku di rêya Xweda de canê xwe feda dike ji wan re nebêjin şehît. Ew sax in. Di qatê Xweda de tên riziqkirin. Rizqa herî xweş ew e ku şehîd di qada ku hatine şehîdkirin de dizivirin. Ez bawer im ku niha Yasîn, Turan, Cumalî di nav me de ne.”

Dûvre di dawiya bernamê de Mela Osman Yagmur dia kir û bernameya Wîladeta Pîroz a Dyarbekirê bi dawî bû. (ÎLKHA)

























































































































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir