• DOLAR 32.386
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2326.566
  • ...
Kesên ku hatin qada bernameya Wîladeta Pîroz dîmenên regareng pêk anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bajar, navçe, bajarok, gund û taxên cûr bi cûr ji ciwan heta extiyaran û ji zarok heta pîrekan însan tên qada bernameya Wîladeta Pîroz.

Ji bajarên Mêrsîn, Îzmîr, Bursa, Edene, Êlih, Mêrdîn, Riha, Xarpêt, Meletî û gelek bajar û navçeyên din bi hezar kesên ku ji bo beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bibin hatin Diyarbekirê dîmenên rengareng pêk anîn.

Emrah Toksoyê ku ji Edenê ji bo beşdarê bernamê bibe hat Diyarbekirê wiha axivî: “Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember razî bibe. Xweda ji kesên ku keda wan di vê yekê de heye razî bibe. Me qebrên şehîdan ziyaret kir û dua kir.”

Haci Altunê ku ji Hîlwanê beşdarê bernamê bûye wiha odestnîşan kir: “Em ji Hîlwanê beşdarê bernamê dibin. Mirov nikare qala vê hestê bike. Divê ku mirov bijî. Ji ber ku vê bernamê lidar xistine Xweda ji Evîndarên Pêxember razî bibe.”

Mehmet Polat wiha diyar kir: “Ez ji Rihayê têm. Min guh da dengê Evîndarên Pêxember û ez hatim. Em herkesê dawetê vê derê dikim. Ev doz bi Hz Adem dest pê kir û heta wextê Hz Resulullah hat. Dê heta qiyametê bidome.”

Muslum Akay, Hediye Nohut û Mahmut Nohutê ku ji Îzmîrê hatin wiha axivîn: “Em ji Îzmîrê ji bo eşqa Pêxember hatin. Xweda ji kesên ku van bernameyan lidar dixin razî bibe. Em pir kêfxweş in. Em pirr kêfxweş in. Xweda quwet bide Evîndarên Pêxember. Em hêvîdar in ku Misliman bibin yek.”

Safter Çetîn wiha axivî: “Em ji Hîzana Bedlîsê tên. Ji bo ku ciwanên me Pêxemberê me nas bikin bernameke pirr xweş e.”

Yusuf Ayvaz û Omer Coşkun jî diyar kirin ku ew ji Edenê tên û ew bernameyê pirr diecibînin. Her wiha wan destnîşan kirin ku ji vê rêyê pêştir wek xelasî tu rê tune.

Abdulsamet Guneşê wek bedenî astengdar e diyar kir ku ew her sal beşdarê bernamê dibe û dema ku qala Hz Muhammed tê kirin avên çem disekinin.

Cîhat Arslanê ku beşdarê bernamê bû destnîşan kir ku ew ji Mêrsînê hatiye û ji ber evîndariya Pêxember beşdarê bernameyê bûye.

Mehmet Aklî Arslan û Melîhe Buyuk wiha diyar kirin: “Em ji Êlihê tên. Em tabloya ku îro îftîxara Umetê ye didin nîşanê dinyayê. Xweda ji kesên ku keda wan di vê yekê de heye razî bibe.”

Cevdet Soysal wiha diyar kir: “Em nikarin vê bernameyê tarîf bikin. Çawa ku zarokeke bendewarê îdê ye bi heman şiklê bendewarê Wîladeta Pîroz in.”

Hîcran Ayazê ku ji navçeya Pîrana Diyarbekirê beşdarê bernameyê bûye wiha diyar kir: “Ez pirr şad im. Herkesê dawetê vira dikim.” (ÎLKHA) 















































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir