• DOLAR 32.348
  • EURO 35.153
  • ALTIN 2308.536
  • ...
Hat idîakirin ji bo ku prîm were dayîn cezaya ceyranêtê birîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsmaîl Atmacayê ku li navçeya Eyyubiyeya Rihayê dijî idîa kir muemeleya prîmê ya ji bo her cezayê ya DEDAŞê personelan sewqê cezabirîna bêheq dike û dûvre diyar kir bi binasiya ku fatureya wî ya ceyranê hindik hatiye DEDAŞ jê re ceza biriye.

Îsmaî Atmaca, diyar kir ku DADAŞ di sala 2011an de bê wan saeta ceyrana mala wan guhertiye û ji bo saeta ceyranê ya ku qîmeta wê 20 TL ye 60 TL sitandiye.

Atmaca wiha qala mijarê kir: “Nêzî 20 roj berê çendîn car ji teref DEDAŞê ve saetê me hatin qontrolkirin. Em nizanin ew çi dikin. Nêzî 20 roj berê kesekî bi telefona xwe li min geriya û wiha diyar kir; ‘Ez ji DEDAŞê li te digerim. Deynê we ya ceyranê hebû. We daye ya ne?’ Min jî got di derbarê vê yekê de maqbûz an jî tişteke din ji me re nehatiye şandin. Hûn çawa bi telefona xwe li min digerin û dibêjin deynê we heye? Dûvre wî got ‘dê em ji we re muemeleya cezaî bidin destpêkirin.’ Dûvre ji 3 aboneyên me re 6 hezar TL ceza hat.”

Atmaca, diyar kir ku wî bi rêvebirên DEDAŞê re hevdîtin kiriye. Şefê DEDAŞê berê ji ber fatureya hindik jê re ceza birriye û dûvre jî bo vê yekê hincetên cûr bi cûr aniye ziman.

Atmaca, diyar kir ku ew ji rêvebiran binasiyeke muşexes teleb dike. Dûvre Atmaca wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ji wan re got vê yekê ji me re îspat bikin. Ji min re fotografeke anîn. Min jê re got ev saet di sala 2011an de ji teref we ve hatiye girêdan. We mor kiriye û niha di nav saeta morkirî de çawa ceyrana qeçax heye? Dûvre ew sekinî û nezanî çi bibêje. Dûvre wêneyan da nîşanê me.”

Dûvre Îbrahîm Atmacayê mexdûr jî wiha bertek nîşan da: “Ez wek hemwelatiyekî ehlê Rihayê bertek ji DEDAŞê re didim nîşandan. Heftiyeke beriya referandûmê DEDAŞ wekê ku êrîşê gel dikir dest bi muemeleyên xerab kir. Armanca wê ew bû ku gelê Rihayê di referandûmê de bibêje ‘na’. Ji her malê re nêzî 2 hezar TL ceza birrîn.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir