• DOLAR 32.513
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2438.846
  • ...
Dê Îsraîla Syonîst li ser axên ku îşqal kiriye avahî ava bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hinek qenalên televîzîyonê yên Îsraîla Sîyonîst a îşqalker, ragihand ku dê di salvegera sala 50 emîn a îşqalkirina Qudsê de di nav bajêr û derveyê bajêr de ji bo Yahudiyan 25 hezar avahiyên nû saz bike.

Gor xebera Qenal2 ya aîdê Îsraîla Siyonîst hat ragihandin ku dê Wezîrtiya Avahî û Îskanê ya rejîma sîyonîst 10 hezar li Rojavaya Qudsê û 15 hezar jî li Rojhilata Qudsê bi tevahî 25 hezar avahî ava bike.

Gor xebera ku hat weşandin dê Serokê DYAya Emperyalîst Donald Trump di dawiha meha gulanê de Tel Avîvê ziyaret bike û dê di vê zyaretê de were ragihandin ku dê 25 hezar avahî were sazkirin.

Camîayên Navneteweyî û qanûnên MY, vê biryarê red kiribû lê di gel vê yekê rejîma siyonîst a îşqalker avakirina avihiyan a bi şiklê dereqanûnî didomîne. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir