Qirêjiya destşoyênli Qonaxa Hikûmetê ya Wêranşarê dibe sedema bertekan
Qirêjiya destşo û tuwaletan a li Qonaxa Hikûmetê ya Wêranşarê dibe sedama nexweşiyan, ji ber qirêjahiyê û nepaqijiyê xelk ji rewşê re bertek nîşan da.
Welatiyekî ku dîmenan kişandiye û nexwest navê xwe eşkere bike destnîşan kir her tim destşo û tuwaletên di qeta duyemîn de paqij in lê kesên ku karê paqijiyê dikin qet giringiyê nadin ên qeta zemînê.
Welatî pirs kir gelo rayedar ji vê yekê haydar in an na, ger haydar bin çima mudaxeleyî rewşê nakin.(ÎLKHA)