• DOLAR 32.584
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2428.92
  • ...
Li Almanyayê êrîş li camiyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di wextên êvarî de di derdora seat 01.45an de ji teref 5 kesên nasnameyên wan nediyar ve  êrîşa bi molotofî li Mizgefta Eyup Sultan a ku li bajêra Lorracha Almanyayê hat kriin. Camiya ku êrîş lê hat kirin  girêdayê Yakîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê ye. Her wiha hat hînbûn camiya ku êrîş lê hatiye kirin li ser sînora Îswîçre û Fransayê ye.

Serokê Lijneya Birêvebirina Mizgeftê  Necatî Coşkun di daxuyaniya ku di derheqê êrîşê da de destnîşan kir berî niha tu kesî gefa êrîşê li wan nekiribû û tu hûsûmeta wan û ya ehlê camiyê bi tu kesî re tuneye.

Coşkun  di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ne temsîlkarê partiyeke sîyasî ye û wiha got: “Camî mala Xwedê û cihê îbadetê ye. Em hêj nizanin kî û bi çi armancê êrîşî camiyê kiriye. Polêsan li cihê bûyerên lêpirsîn dan destpêkirin û me dîmenên êrîşî da polêsan.”

Hat dîtin ji ber ku camên camiyê du qet in ji ber êrîşa molotofî neşikestiye û molotof neketine hundir.

Her wiha hat diyarkirin melayê ku li camiyê wezîfedar bû berî vê çend rojan destûr standiye û niha jî li Tirkiyê ye.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir