Serokkomar Erdogan: Pergala ku ne adil be nayê domandin
Serokomar Erdogan, di Zîrveya Konseya Atlantîkê ya Stenbolê de li ser rojevê nirxandinan kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê de kir de destnîşan kir pergala ku ne adil be nayê domandin.
“Rexistineke ku berjewendiyên kesên bi hêz dideyne pêşiya mafên mezlûman nikare îstîqrar û ewlehiyê tesîs bike”
Serokkomar Revep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî civîna Zîrveya Konseya Atlantîkê ya li Stenbolê bû. Erdogan di civînê de di derheqê pergala neadil de wiha axivî: “Pergela ku ne adil be nayê domandin. Rexistineke ku berjewendiyên kesên bi hêz dideyne pêşiya mafên mezlûman nikare îstîqrar û ewlehiyê tesîs bike.”
Serokkomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îtîbara Yekîtiya Ewrûpa û Konseya Ewlehiya Neteqeyên Yekbûyî ji berjewendiya çend welatan re tê qurbankirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew mekanîzmayên ku ji bo çareseriyê hatine damzirandin ji ber ku ji guherînê re bersivê nadin ku ji ber vê yekê zêdetir mişkîleyan derdixin. Ew rêxistin ji teref welatên ku dixwazin jê sûdê werbigirin ve tê xwestin bê muhafezekirin.”(ÎLKHA)