Wesayît gindirî şarampolê: 2 birîndar
Li Midyada Mêrdînê wesayît gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li 15emîn kîlometreya mewqiya Çavuşluya Midyadê pêk hat. Hat diyarkirin wesayîta bi plaqeya 47 DT 936 a ku ajokarê wê Behçet Alp bû dema ku ji Midyadê ber bi Çavuşlu ve diçû ji ber ku ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kir wesayît gindirî şarampolê. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)