• DOLAR 32.438
  • EURO 34.458
  • ALTIN 2487.041
  • ...
 "Yemen erdnigariyeke ku bêdeng dimriye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Entabê ya  Komeleya Alimên Misliman ên Navneteweyî Omer Mert  di derheqê geşedaniyên ku li Yemenê diqewimin de nirxandinan kir û destnîşan kir Yemen erdnigariyeke me ya ku bêdeng dimriye û lê jenosîd tê kirin. Mert dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Alema Îslamê bûye gola xwînê. Nexasim piştî ku xîlafet rabû re di vê sedsela dawî de xwîn, hêstir û qêrîn kêm nebûn. Bi rastî jî tiştên ku diqewimin wehşetek in.  Şîn û hêstirên me bi Kurdî, Erebî û Tirkî ne û kesên ku ji ber zilmên Îsraîl, Îngîltere û DYAyê tên kirin  qêrînan kêfxweşiyê davêjin jî bi zimanên Îngîlîzî û Îbranî ye.”

 “Hinek kes naxwazin em wê erdnigariyê bibînin”

Mert di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘Hinek kes naxwazin em wê erdnigariyê bibînin’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Başe, gelo em çima giringiyê didin meseleya Fîlîstîn û Suriyê, em guh didin meseleyê lê em girîngiyê nadin meseleya Yemenê. Bi ya min ev fehmbariyeke ciddî ye. Hinek kes naxwazin em wê erdnigariyê bibînin. Em bi meseleya Sûrî, Fîlîstîn, Misir, Tunus û Lîbyayê eleqedar dibin lê li Yemenê rewş cuda ye. Lewra li Yemenê operasyoneke îdrakkirinê heye.”

 “Dixwazin herba mezheban bidin destpêkirin”

Mert di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Yemenê drameke mezin diqewime û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nifûsa Yemenê nêzî 25-26 milyonî ye. Li gor rapora ku YA daye nêzî 10 milyona vê nifûsê zehmetiya erzaqê dikşînin. Ên ku mane jî di warê erzaqê de zehmetiyê dikşînin. Ji ber vê şerê qirêj û kirêt nêzî 12 hezaran Misliman can dan û 38 hezar Misliman jî  sivik û giran birîndar bûne. YA vê rewşê dixemilîne û dideyne li ber Mislimanan. YA carinan vê meselê tînê rojevê lê ev yek ne ji bo çareseriyê ye. Armanca wê ji vê yekê derxistina herba mezheban e. YA ji dêla ku ji Yemenê re alîkariyê bişîne carcar  meseleya li Yemenê tînê rojevê.”

Mert diyar kir divê Misliman mişkîleyên xwe di nav xwe de çareser bikin  û çareseriyê ji DYAyê hêvî nekin.

 “Yemen erdnigariyeke me ya ku bêdeng dimriye”

Mert di berdewama axavtina xwe de diyar kir Misliman ger çareseriyê ji DYA, Îsraîl û Îngîltereyê hêvî bikin dê heta qiyametê xwîn û hêstir bibare û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yemen erdnigariyeke me ya ku bêdeng dimriye û lê jenosîd tê kirin. Divê demildest Tirkiye û dewletên mezin ên ku Tirkiye ji wan re pêşîwantî dike li hev bicivin pêşiya vê yekê bigrin. Misliman ger çareseriyê ji DYA, Îsraîl û Îngîltereyê hêvî bikin dê heta qiyametê xwîn û hêstir bibare.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir