• DOLAR 32.602
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2496.241
  • ...
Heyeta Komela Îslamî Şehîdiya Sûsayê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeta ku ji bo beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de li Diyarbekirê bê tertîpkirin bibe hatibû, Şehidiya Sûsayê ya li Farqîna Diyarbekirê  ziyaret kir.

Heyeta ku di nav de Serokê Giştî yê Şaxê Ciwanan a Komela Îslamî Dr. Bestoon Hama Salih û Serokê Bajêra Dihokê yê Komela Îslamî Evdilbarî Emîn hebû ji teref Mustafa Fîdanciyê ku 4 lawên wî di qetlîama Sûsayê ya ku ji teref PKKê ve hatibû kirin de hatibûn qetilkirin ve hat pêşîwazkirin.

Ji heyeta ku kabrîstana şehîdan ziyaret kir re yek bi yek kurtejiyana 33 şehîdan hat vegotin û dû re derbasî Mizgefta Sûsayê ya ku di sala 1992an de ji teref PKKê ve tê de 10 Misliman bi hovene û wehşiyane hatibûn qetilkirin bû.

Di dema ziyareta ku hat kirin de heyet dilzîz bû û piştî duayên ku hatin kirin re heyet ji navçê veqetiya.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir