• DOLAR 32.376
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.797
  • ...
Roja şad û şahiyê ya ÎLKHAyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Olcay Ersoyê Midûrê Nûçeyan ê ÎLKHAyê û Hulgen Sirnaç bi merasîma dawetê ya ku hat tertîpkirin zewicîn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu, Serokê Bajêr Şeyhmus Tanrikulu, Midûrê Giştî yê ÎLKHAyê Mahmud Îrtem, Birêvebirê Weşana Giştî yê Rehber TVyê Îbrahîm Xelîl Furqan, Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Cemiyeta Mustazafan Osman Aktaş, xebatkarên ÎLKHAyê û gelek kes beşdarî daweta Midûrê Nûçeyan ê ÎLKHAyê Olcay Ersoy bûn.

Daweta ku bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi xwendina Mewlûdê berdewam kir.

Hûnermendên Îlahiyan ên bi navê Mustafa Altintop, Bîlal Guler û Mahfuz Aktekîn di dawetê de ezgî û îlahiyan bi deng kirin. Kesên vexwandî li ber merş, îlahî û ezgiyên ku hatin gotin dîlan û govendê girtin û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu û  Midûrê Giştî yê ÎLKHAyê Mahmud Îrtem di ketin destê zavê û govandê gerandin.

Pişîtî govend û dîlanê kesên mêvan û vexwandî bi zavê re fotografan dan girtin û zavê pîroz kirin.

Em jî wek malbata ÎLKHAyê ji bûk û zavê re li her du dinyayan ji Rebbûl alemîn xêr û bereketê û her wiha saadetê hêvî dikin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir