• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Diyarbekir ji bo 30ê Nîsanê amade ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Heyamê yê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş  di civîna çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de destnîşan kir dê di 30ê Nîsanê de tev de li 8 navendan bernameya Wîladeta Pîroz bê tertîpkirin û dê di van bernameyan de mijarên wehdet, biratî û edaletê bê şuxilandin.

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta niha li 185 navendên Tirkiyê bername hatiye tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nav van navendan de gund, gundik û navçe hene.Platforma Evîndarên Pêxember di bernameyên îsal de qala mijara ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ tê kirin. Îsal kitêba ku ji teref komîsyonê ve hatiye amadekirin û zêdetirî milyonekê hatiye çapkirin li malan tê belavkirin.”

Ograş di berdewama axavtina xwe de temamê xelkê Diyarbekirê vexwend bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê di 30ê Nîsanê de li Diyarbekirê bê tertîp kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku hûn jî dizanin heftiya borî li Êlihê bername hat tertîpkirin û di wê bernamê de bi sedhezaran Evîndarên Pêxember li hev civiyan. Em ji temamê wan birayên xwe yên ku kedên wan di bernamê de hene re teşekkur dikin. Bernameyeke din a ku her sal bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan li Diyarbekirê tê tertîpkirin.  Haziriyên vê bernamê ev bû demek dirêj ku berdewam dikirin. Êdî hazirî gihaştin ber bi dawîbûnê.  Li Diyarbekirê di bergeha haziriyên bernamê de dê 150 hezar kitêb bên belavkirin. Her wiha bi belavokan dê xelkê Diyarbekirê ji bo bernamê bê dawetkirin. Wek her sal îsal jî dê ji nava welêt û derveye welêt mêvan beşdarî  bernamê bibin. Îsal dê di bernamê de peyama ku ji deh maddeyan pêk tê û mijara wê ‘Heq û Edalet’ e bê xwendin. Ji bo tesîsa heq û edaletê û ji bo bihêzbûna biratiya di nav Mislimanan de  û ji bo pêkhatina wehdetê dê bang ji Alema Îslamê re bê kirin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir