• DOLAR 32.575
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2434.47
  • ...
Nişteciyên Sûrê ji xerakirina avahiyan re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên taxa Alî Paşaya navçeya Sûra Diyarbekirê ji biryara ku dê avahiyên wan di bergeha veguherîna bajaran de were xerakirin re bertek nîşan dan û diyar kirin ku ji bo vê xerakirinê piştgiriya madî ya ku tê dayîn kafî nîne.

Nişteciyên taxê destnîşan kirin ji bo ku xaniyên xwe vala bikin heta 1ê Gulanê ji wan re wext hatiye dayî û perê ku ji bo vê yekê jî didin wan kafî nînin.

Ji nişteciyên taxê Celal Aksu idîa kir ku rêvebiran ji wan re gotine ‘em tevlê vê yekê nabin, hûn diçin ku derê herin’. Dûvre Aksû wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bi keda milê xwe bi lawê xwe re xebitîm û bûm xwedî avahî. Di vê malê de em 3 malbat dijîn. Ji qeymeqamtiyê wek ‘di nav 5 rojan de derkevin. Heke hûn dernekevin dê em xera bikin.’ nivîs hat. Me ji qeymeqamtiyê re qala derdê xwe kir. Me got dê em biçin kû derê. Mal tune. Tişteke tune. Em mexdûr in.”

Aksu destnîşan kir perê ku ji bo dê mala wan were xerakirin ji wan re hatiye dayîn têra kafî nîne. Dûvre Aksu wiha diyar kir: “Ez ji Serokkomar û Serokwezîr re dibêjim tiştên ku we ji min sitandiye bidin min. Ez ji vê pêştir tişteke naxwazim. Gel mexdûr nekin. Bila ter û hişk bihev re neşewitin. Ez li vê derê hatime dinê. Bavê min li vir hatiye dinê. Vira ji bo min wek madî biqîmet e. Berê Serokwezîrê min hat. Got ‘dê ez li vê derê avahî bidim gelê xwe. Berê mala kî li kû derê ye dê em li wir avahî bidinê.’ Niha ez lê mêze dikin deng ji wan dernakeve.”

Aksu wiha pê de çû: “Ez gazî Waliyê Diyarbekirê dikim. Madem hûn me derdixin avahî ji me re kirê bikin û kirêya wê bidin. Dê ez biçim mala kî bibim kirêdar? Dê ez vê perê ji kû bînim? Bes meaşeke min a teqewîdbûyî hey.”

Ferdî Işikê ji nişteciyên taxê jî destnîşan kir ku tu cî tune ew biçin û ew naxwazin ji xaniyên xwe derkevin.

Remziye Işik jî diyar kir ji ber ku rewşa wan a aborî xerab e ew nikarin avahî bistînin. Dûvre Işik wiha pê de çû: “Rewşa me baş nîne. Em nikarin li ciyeke din avahî bistînin. Em nikarin kirê jî bidin. Ji bo avahiya min a 2 qatî 41 hezar TL dane. Ez û lawê min rûdinên. Mêrê min bi mizeya kêmtirîn dixebite. Em nikarin debara xwe bikin.”

Merve Kaya jî wiha ragihand: “Em di maleke de 2 malbat dijîn. Em li binê Sûrê kon vedin? Em avahî dixwazin ew jî dibêjin ‘derkevin’. Em bi vê şiklê nikarin derkevin. Em mala xwe nadin.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir