Li Gumuşhanê coşa Wîladeta Pîroz
Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Gumuşhanê hat tertîpkirin de qala kesayeta nimûne yê Hz. Muhammed hat kirin.
.Ji teref Koordînatoriya Gumuşhanê ya Platforma Evîndarên Pêxember bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletiya Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.
Bernameya Wîladeta Pîroz bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtina Nivîskar M. Elî Ortaç berdewam kir.
“Hz. Resûlullah ji bo ku wê tarîtiya cehaletê belav bike û ji bo însanan ji tarîtiyê ber bi hizûrê ve dawet bike hat”
Ortaç di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir berî ku Hz. Muhammed were dinyayê hêz û qewet di destê zalim û zorbadaran de bû û bi hatine wî li ser rûyê dinyayê ji mazluman re edalet hat belavkirin. Ortaç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qedr û qiymeta wî ji bo me tiştekî cuda ye. Lewra dema ku ew hat dinyayê dil tev de reş bûbûn.Hema hema edalet û heq nemabû. Temamên heqan di destên zalim û zorbadaran de bû. Hz. Resûlullah ji bo ku wê tarîtiya cehaletê belav bike û ji bo însanan ji tarîtiyê ber bi hizûrê ve dawet bike hat. Hat dinyayê da ji me re bide fêmkirin Îslam xelasker e û hat dinyayê da ku me ji evditiya evdan xelas bike û ji bo heq û edaletê tesîs bike. Ger em heq û edalera wî tesîs bikin ne tenê em bi heman awayî temamê însanetiyê dê bigihije hizûr û aramiyê.”
“Di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye”
Ortaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê em xwe bişbînin Hz. Muhammed û di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye. Ortaç dû re wiha got: “ Ji bo ku em îro karibin heq û edaletê tesîs bikin divê em fedakariyê bikin û dînê xwe bijîn. Ji bo em karibin vî dinî bijîn divê kesên derdora me ji me bawer bikin û qinyatiya xwe bi me bînin. Divê em bibin Mislimanên emîn ên ummeta Muhammedul Emîn. Di vê dewrê de pêdiviya ummet ji Mislimanên ku Îslamê dijîn re heye.”(ÎLKHA)