Li nêzî balafirgeha Şamê teqîn
Rasadxaneya Mafên Însanan a Sûrî, ragihand ku li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Şamê teqîneke mezin pêk hatiye.
Rasadxaneya Mafên Însanan a Sûrî ya li Londrayê, ragihand ku di derdora saetên sibê de (roja pêncşemê) li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Şamê teqîneke mezin pêk hatiye.
Televîzîyona Al Manarê organa weşana Hîzbullahê Lubnanê, ragihand ku teqîn li depoyên sotemeniyê û depoyên din de pêk hatiye.
Gor agahiyên ku ji Al Manarê hatine bidestxistin ev êrîş ji teref Îsraîlê ve hatiye lidarxistin. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşê de kes nemiriye lê xisara madî pêk hatiye. (ÎLKHA)