• DOLAR 32.528
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2422.931
  • ...
Diyarbekirî bi kelecaneke mezin li benda bernameya Wîladeta Pîroz in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn dê di 30ê Nîsanê de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Parka Newrozê ya Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin.Diyarbekiriyên ku di derheqê bernamê de hest û ramanên xwe anîn zimên destnîşan kirin ew bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin li benda bernamê ne.

Mehmet Anuşê ku di derheqê bernamê de hest û ramanên xwe anî zimên diyar kir bernameya Wîladeta Pîroz wî kêfxweş û şad dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku roja ku Pêxember lê hatiye dinyayê ji teref alema Îslamê ve tê zanîn û tê pîrozkirin  mirov kêfxweş dibe. Ger ez musaît  bim ez ê biçim bernamê. Em jê hez dikin. Tenê bi pîrozkirina wîladetê nabe. Divê tu derewan nekî, zilmê nekî û heqê tu kesî nexwî. Ne rojek tenê her roj wîladeta pîroz e.”

Cezayîr Cîrît jî diyar kir bi bernameya ku tê tertîpkirin di wîladeta pîroz de peyam ji dinyayê re peyam tê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi rastî ev tişt ji bo alema Îslamê tiştekî pir bi qedr û qiymet e. Me ronî dike û peyamê dide temamê dinyayê. Em pir şad û bextewar dibin. Ez bi bêsebrî li benda bernamê me. Ez her sal diçim Êlihê jî.”

Kesa bi navê Vecîde Cîrît jî di derbarê mijarê de diyar kir ew her sal beşdarî bernameyên Wîladeta Pîroz dibe û ew ê îsal jî beşdar bibe. Cîrît dû re wiha got: “Ez ji Pêxember re bibim qurban, em tev jê re bibin qurban. Îro tu kes wî nayêne bîra xwe. Ger anîbana însanan bê mal û bê war nedihiştin.”

Evdirrehman Gumuşê ku diyar kir divê herkes beşdarî van bernameyan bibin jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “ Em gelek zêde ji pêxemberê xwe hez dikin. Di dema pêxemberê me de eshab ji bo ku wî bibînin hicûm dikirin . Em jî li benda rojekî wisa ne.”

Îsmal Evsen jî diyar kir divê bi dileke safî tevlî van bernameyan bê bûyîn û wiha got: “Ger mesele hefteya Wîladeta Pîroz be hingî divê ji dil û can beşdarî bibin. Em heta îro bi vê armancê beşdarî bernameyan dibin. Em naxwazin armanceke din nîqaş bikin. Divê hefteya Wîladeta Pîroz beriya her tiştî be.”

Kesa bi navê Guneş Etkî jî diyar kir ew her sal beşdarî van bernameyan dibe û wiha got: “Ez qurbana wî bibin. Rebbê me, me bide xatirê wî.Înşallah em jê re bi heqê wê bibin ummetek.”

Herî dawî Diyarbekiriyê bi navê  Yaşar Tan jî diyar kir divê bi dil û can beşdarî van bernameyan bê bûyîn û dû re di derheqê bernameya Wîladeta Pîroz de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Ev bername pir xweş in û ez wan pir diecibînim. Ez  ê bi xwe jî beşdarî bibim.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir