Di operasyonên FETO de di derheqê 4 hezar û 672 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn
Li tevahiyê Tirkiyê di bergeha operasyonên ku li dijî FETO tên kirin de di derheqê 4 hezar û 672 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatiye dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku li 81 bajêran li dijî FETO hatin destpêkirin de di derheqê 4 hezar û 672 kesan de qerara binçaviyê hat dayîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di bergeha operasyonan de heta niha hezar û 120 kes hatine binçavkirin.(ÎLKHA)