Li Hatayê êrîşa bi hewan li du qereqolan hat kirin
LiHatayê êrîşa bi hewan li qereqolên hududê yên bi navê Gokhan û Kizilçat hat kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hatiye de hat diyarkirin di 26ê Nîsanê de bi hewanan êrîş li qereqolên hududê yên bi navê Gokhan û Kizilçat ên ku di nav sînorên Hassaya navçeya Hatayê ne hat kirin. Li gor daxuyaniyê berikên hewanan ji herema ku li Sûriyê di bin kontrola PKKê de ne hatine avêtin.
Ji ber berika hewanê ya ku hat avêtin di qereqolê de xisar pêk hat.(ÎLKHA)