• DOLAR 32.499
  • EURO 34.62
  • ALTIN 2480.307
  • ...
 "Li Yemenê li ser dewleta unîter israrkirin dê bibe berdewama şer"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya Analîz û Fikir a Stratejiyê (SDAM) ve bi sernava ‘Şerê Navxweyî û Mucadeleya Îqtîdarê ya li Yemenê’ analîzek hat weşandin.

Di analîza ku hat weşandin de di derheqê şerê Yemenê ya ku hêj berdewam dike de hat diyarkirin şerê bi terefî ji ber  tevgerîna keysperest a koman dibe sedem ku şer sehayê biguherîne û dû re wiha li analîzê hat zêdekirin: “Şerê ku heye ji ber ku kom bi hêzên derve re dikevin têkiliyê û ji ber ku hêzên derve hêviyê didin wan bênavber berdewam dike. Digel ku têkiliya vî şerî bi mezheban re hebe jî mirov nikare vî şerî wek şerên mezheban bi nav bike û binavkirina vê yekê jî çewt e. Problema esil a li Yemenê perçebûna ku ji pêkhatina hiyerarşiya dewleteke bi hêz a ku dê jiyana civakî, siyasî ya ku li ser asabiyeta kabiliyan bê avakirin e. Perçebûna li Yemenê bûye sedem ku mezhebên cuda pêk bên û ev yek jî bûye sedem ku komên mezhebên cuda ji xwe re qada vala bibînin. Ev rewş jî bûye sedem ku hêzên derve mudaxeleyî wê derê bikin. Serpêhatiyên dîrokî nîşan dane ku halê hazir li Yemenê damzirîna dewleteke unîter ne mimkûn e. Ji ber vê yekê li Yemenê zorandina dewleta unîter dê bibe berdewama şer. Dewleta unîtere a li Yemenê zen dike li Başûrê Yemenê ji xeynî hinek rêxistinan temamê rêxistinên din di bin navenda wan de ne ku ev yek jî xiyal e. Ev rewş di holê de ye û hêj nediyar e ku dê Yemen ber bi kû ve biçe.  Encax rêxistinên Îslamî yên ji meşrep û mezhebên cuda dema ku li hember hev ne rêzdar û bi hûrmet bin dê îhtîmal e ew meyla sekuler dê bi hêz bibe ku ev yek jî tiştê ku ji teref hêzên navneteweyî ve tê hêvîkirin e.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir