• DOLAR 32.315
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2307.142
  • ...
Pirsgirêkên binesazî û avahiyên jorîn taxiyan qeherand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber kêmasiyên binesazî û avahiyên jorîn ên taxa Yukari Nasirlarê ya girêdayê navçeya Yenîşehîra navend a Diyarbekirê niştecî qeherîn.

Nişteciyên taxa Yukari Nasirlarê ya li ser rêya Erxenî diyar kirin ku çendîn sal e ku heman pirsgirêk xelas nabin û ji binesazî û avahiyên jorîn bigire heta tendirûstî û perwerdehî wek gundî gelek pirsgirêkên wan hene. Ji ber vê yekê wan destnîşan kirin bila ev pirsgirêk werin çareserkirin.

Ji taxiyan Abdullah Arslan, pdiyar kir ku di taxa wan de temamê binesazî û avahiyên jorîn kêm in û ji ber vê yekê zarok nexweş dikevin.

Arslan, diyar kir ku ev 7 sal e ku pirsgirêka wan a binesaziyê heye. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev hatiye heta nav mala me. Aşxane ji ava gemar hatiye dagirtin. Zarokên me bûne nexweşê kolerayê. Yan vê derê ji me re saz bikin an jî çêkin.”

Metîn Ozbayhanê ku diyar kir ew wek taxî mexdûr bûne û gelek xizmetên binesaziya gundan ji ya taxa wan çêtir e.

Ozbayhanê ku gazî rêvebiran kir wiha diyar kir: “Tu kes bi me hilnade nezerê û dengê me nabihîse. Pirsgirêkên me hel bikin. Dibistana me li vir e. 5 hezar kes di vê taxê de dijîn.

“Ev gel perîşan bûye em di nav qirêjayê de dijî”

Mustafa Kiray, diyar kir pirsgirêkên wan qet xelas nabin û ne binesazî û ne jî rêya gundê wan heye. Dûve Kiray wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibêjin ev taxa mezin wek qaçax hatiye sazkirin. Madem wiha ye we çima dema ku ev avahî hatin avakirin we destûrê da? Madem we destûr daye lê eleqeder bibin. Em ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê. Wesayît di nav qirêjayê de mane. Min rewşê ji qeymeqam re ragihand. Diyar kir ku ev karê wan nîne. Min jê re got pirsgirêkên tendirûstiyê hel bike. Ev gel perîşan bûye em di nav qirêjayê de dijî. Zarok nikarin biçin dibistanê. Em çareke nabînin. Bila dewlet çareke bidîne.”

“Dibistan û binkeya tendirûstiyê ya taxa wan tune”

Kirayê ku diyar kir dibistan û binkeya tendirûstiyê ya taxa wan tune wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em her roj bi serwîsan zarokan dişînin. Ciyê dibistanê hebû. Bi îhalê hatiye firotin. Binkeya tendiprûstiyê hebû hatiye firotin. Dê ciyê mizgefta me jî bihata firotin cemaet nehêşt. Hikûmet dikare xizmet bike. Şaredarî jî şaredariya berê nîne. Bila xizmetê bike.”

Zulfu Tosunê ku diyar kir çendîn sal e rêya wan bi herî ye û dema ku zarokên xwe dibin dibistanê ji ber kêmasiyên binesaziyê pirsgirêk dijîn. Ji ber vê yeê wî xwest bila ev pirsgirêk were çareserkirin

Her wiha Zulfu Turan û Guzel Kumral jî diyar kirin ew dixwazin ku rêvebir di serî de binesazî bila ji bo pirsgirêkên wan çareyeke bibînin. (ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir