• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Artêşa Misrê niyeta xwe ya rast veşart"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Musteşarê Siyasî yê Partiya Vesazkirin û Pêşketinê û Endamê Lijneya Mafên Însanan ê Meclîsa di heyama Muhammed Mursî de Usame Ruşdî li Stenbolê beşdarê panela ku ji teref Navenda Analîza Fikr û Ramanên Stratejîk (SDAM) bû.

Ruşdiyê ku di panela bi navê “Rewşa Siyasî ya Herî Dawî a li Misrê” de axivî destnîşan kir ku di heyama ku Mubarek ji rêvebiriyê hat dûrxistin artêşa Misrê ji bo ku şoreşê bi temamî pêk bîne niyeta xwe ya rast veşart.

Usame Ruşdî di destpêka axavtina xwe de qala mijara îşqalkirina Misrê ya ku ji teref Îngîlîzan ve pêk hat kir û destknîşan kir ku Îngîlîzan piştî îşqalê mekanîzmayên leşkerî pêk anî û Misrê hêdî hêdî xistin bin kontrola xwe.

Ruşdî wiha pê de çû: “Îngîlîzan dûvre nîzemeke leşkerî ya bi wesayet pêk anîn. Sîmaya herî ewil ê vê nîzamê Cemal Abdul Nasir bû. Nasir hewl da ku Misrê bi hişmendiyeke leşkerî birêve bibe û zextê li kesên dîndar kir. Dûvre Enver Sedat rêvebiriyê jê teslîm sitand û di serî de peymana bi Îsraîlê re gelek muemeleyên ku nayên qebûlkirin pêk anî. Piştî ku Sedat bi suîqastê hat kuştin 30 sal dîktayê Misrê Husnu Mubarek hat serê rêvebiriyê.”

Ruşdiêyê ku diyar kir gelê Misrê di heyama Mubarek a 30 salî de gelek zehmetî kişandine wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyama Mubarek de rewşa gel pirr xerab bû. Wek civakî, aborî û syasî gelek zehmetî hat kişandin. Zindanên Misrê ji ciwanên dîndar hatibûn dagirtin. Ev rewş heta şoreşa sal 2011an domî.”

“Artêş ji bo ku rêvebiriyê bi temamî bidest bixe niyeta xwe ya eslî veşart”

Ruşdî wiha axivî: “Artêş, dema ku xwepêşanên şoreşê dest pê kir di serî de wekê polêsan tevger nekir. Bi tevgereke baş muemele kir. Digel emrên Mubarek di xwepêşanan de midaxaleya gel nekir. Di wê heyamê de helwesta artêşê musbet dihat nirxandin. Lê di heyama hilbijartinê de û dûvre di derbeya sala 2013an de wekê ku hat dîtin artêşa Misrê, ji bo ku îktîdartî ji Mubarek û malbata wî têkeve destê wan niyeta xwe ya eslî veşartibû.”

“Artêş hewl da ku îttifaqiya artêşê perçe bike”

Ruşdî, diyar kir ku di şoreşa sala 2011an de gelê Misrê bihev re hereket dikir. Dûvre Rûşdî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Artêş, dema ku dît di heyama bûyerên 18 rojî de gel bihev re hereket dike û xwe daye paş. Lê wek veşartî hewl dida ku vê îttîfaqê jihev bike. Minak di nabeyna saziyên Îslamî de  di heyama îttîfaqiya şoreşê de micadele dest pê kir. Rewşeke wilo derket holê ku her şêx û alim xwest ku partî ava bike.”

“Serkeftina partiyên Îslamî hêzên hindir û derve aciz kir”

Rûşdî wiha pê de çû: “Di serî de Partiya Hirriyet û Edaletê ya Îhvanê, Partiya Nur a Selefî û Partiya Vesazkirin û Pêşketinê ya Cemaeta Îslamî di hilbijartinê de serkeftineke bidest xistibûn. Piştî hilbijartinên meclîsê Muhammed Mursiyê endamê serokkomariyê li dijî Ahmet Şefîkê endamê artêşê zaferê bidest kist. Serkeftina partiyên Îslamî hêzên hindir û derve aciz kir.”

Rûşdî diyar kir ku îro li Misrê zexta Sîsî hakim e. Piştî derbeyê kul û kovanên mezin li Misrê pêk hat û Îhvan wek ‘rêxistina terorê’ hat îlankirin. Hemî naf hatin binpêkirin.

Rûşdî di dawiya axavtina xwe de wiha ragihand: “Di rêvebiriya Sîsî ya ku mêrkuştin êdî bûye rewşeke ji rêzê ve de her cûr mafên mirovî tên binpêkirin û wek siyasî û aborî gelek zehmetî hene. Kesên laîq parêz ên ku ji derbeyê hêvîdar bûn di bin zexta dikta de dipelçiqin. Îstîqrara siyasî, hizûra civakî û qadekî biewle tune. Sîsî dema ku ser nakeve zextê li gel dike.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir