Li Qers û Şirnexê teqîn: 4 esker jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin li Qers û Şirnexê di encama înfîlakkirina teqemeniyên ku di rê de hatibûn bicîkirin de 4 esker jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Kaxizmana Qersê û li Qilabana Şirnexê teqemeniyên ku berî niha di rê de hatibûn bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê û di dema lêgerînê de hatin teqandin. Di encama teqîna ku pêk hat de li Qersê 2 û li Şirnexê jî 2 tev de 4 esker jiyana xwe ji dest dan û 2 esker jî birîndar bûn.
Li her du hereman operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)