• DOLAR 32.499
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2431.011
  • ...
 "Em dixwazin kesên teşwîqkar bên darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî niştina qerarê ya doza Yasîn Boru û hevalên wî ji 24 kesan re ceza hat dayîn. Malbatên maqtulan qerara ku hatiye dayîn ji ÎLKHAyê nirxandin. Malbatên maktulan xwestin ku bila esil kesên teşwîqkar bên darizandin.

Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakak  destnîşan kir divê kesên teşwîqkar daxilî dozê bên kirin û qerara ku hatiye dayîn hindek be jî êşa wan kêm kiriye.

Dakak di berdewama axavtina xwe de diyar kir qerara ku hatiye dayîn hindik be jî êş û elama wan kêm kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me dixwast Selahaddîn Demîrtaş, Fîgen Yukseddag, Gulten Kişanak û Zubeyde Zumrut jî daxilî vê dozê hatibana kirin.  Digel ku me çendîn caran vê yekê teleb kiribe jî mixabin daxil nekirin. Ewladê me çû, em ji bîr nakin. Xweda wî girt qetê xwe. Min edaletê wisa hêvî nedikir. Xwediyê malê beraat kir. Heywanek bi xwe jî naxwaze çêliya wê herê ber bi xêterê ve, lê Yildiz Doganay  lawê xwe ji qata 4an ber bi qata 3yan ve berda. Ji ber ku dayikeke wisa hatiye berdan ez baweriya xwe bi edaletê nayênim.”

Mustafa Boruyê apê Yasîn Boru jî di derbarê mijarê de diyar kir ger ku em xwedî li însanên mezlûm û mustazaf derkevin dê ji îro pê ve tiştên wisa neqewimin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qerara ku hatiye dayîn qismen bê jî dilê me rehet kir. Dema ku bûyer qewimî ev qerar hatibe dayîn dê hemû kes li ewladê xwe  xwedî derketibana. Dê li kolanan çal nehatibana vedan.”

“Pêwîst e van cezayan kesên teşwîqkar standibana”

Boru di berdewama axavtina xwe de diyar kir esil diviyabû ji kesên teşwîqkarên bûyeran re ceza hatibe dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Temamê rayedarên HDP û PKKê ji tiştên ku qewimîne mesûl in. Ger wan van zarokan bi kar neanîbana, ew ê ev mexdûriyet pêk nehatibana. Ez hêvî dikim çawa ku ev kes ceza standibin bi heman awayî Selahattîn Demîrtaş û temamê rayedarên din ên partiyê werin cezakirin.Bila kesên din ên ku xwe tiştek dihesibînin û dixwazin tiştinan bikin ji vê yekê ders û ibretê bigrin.”

 “Me hisab ji Xwedê re hiştiye”

Hasan Guneşê kekê Riyad Guneş e jî di derbarê mijarê de diyar kir qerar hindik be jî dilên wan rihet kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Van kesan wek maşik bi akr tînin. Me dixwast ku kesên teşwîqkar jî bên darizandin.Me hisaba xwe ji Xwedê re hiştiye. Ji ber wê yekê dilê me pir rihet e. Ew ê li dinyaya din hisaba vê yekê bê pirskirin.”

Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgoz e diyar kir hindik be jî edalet tecellî kiriye û wiha pê de çû: “ Kesên ku beraat kirin diviyabû beraat nekiribana. Edaleta li vê derê hindikî tecellî kir, lê em baweriya xwe bi edaleta Xweda tînin. Em wan hewaleyî edaleta Xweda dikin. Ez ji temamê Mislimanên ku hatine vê derê û yên ku nikaribûn werin re teşekur dikim.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir