• DOLAR 32.592
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2506.925
  • ...
Doza Yasîn Boru hêj berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina biryarê ya doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgozê ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDP/PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin îro di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de tê dîtin. Ji doza ku di seat 09.00an de dest pê kiribû re navber hat dayîn.

Di niştinê de parastina di heqê esasê de yên parêzerên muştekî û mudafî hat satndin.

Ji parêzaran Murat Sadak di derbarê doza ku jê re navber hat dayîn de nirxandinan kir. Sadak di nirxandina xwe ya ku kir de diyar kir him di îddîanamê û him jî di mutalaayê de wesfê sûc ‘Bi hîssa cenewarane însan kuştin’ tê diyarkirin.

Murat Sadak her wiha destnîşan kir gelek kêmasiyên di dosyayê de ji teref heyeta mehkemê ve bêyî ku hincet bê nîşandan hatine redkirin.

“Em dizanin ku kuştina belesebeb a însaneke wekê çawa ku mirovahî tê kuştin e”

Sadakê ku got “em êdî naxwazin ku bi tu binasiyê lawên me werin kuştin” wiha li axavtina xwe zêde kir:” Mixabin Yasîn, ne zarokê herî ewil ê ku ji bo berjewendiyên siyasî ya qirêj hat kuştin bû û ne jî dê yê herî dawî bibû. Nebû jî. Lewra piştî vê wehşetê jî gelek zarokên me ji teref vê rêxistinê an jî taşeronê ve hatiye kuştin. Ji ber vê yekê me ehemiyetê da vê dozê. Me ehemiyetê da Yasînê xwe. Em dixwazin ku hişmendiya ku Yasîn qetil kiriye ji teref wîjdana civakê ve; û faîl jî ji teref mehkema wa ve werin mehkûmkirin.

Heke sûca ku hêj navê wê nehatiye dayîn him bi daraz û him jî di wîjdana mirovahiyê de neyê mehkûmkirin dê beriya vê wehşetê neyê girtin. Hemî hemwelatiyên ku ji tehekuma rêxistineke re serê xwe netewîne dê bibe hedef. Xelasî ji vê yekê re tune. Me çandîn caran jî diyar kir ku di dawiya vê yekê de hizûr û refaha însanên herêmê nejîn. Em dizanin ku kuştina belesebeb a însaneke wekê çawa ku mirovahî tê kuştin e. Digel vê yekê em dixwazin vê yekê diyar bikin; ‘Heke ev qetlîam barbartiyeke bê terîf bibe jî astengkirina hirriyeta yek a rojeke ya însaneke masûm nayê qebûlkirin. Azadî jî wekê jiyana însanê girîng e.”

Kesên ku dibêjin ji ber ku ew Kurd in di vê mehkemê de tên darizandin… Hemî meqtulên ku wehşiyane hatin qetilkirin jî Kurd bûn”

Sadak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku rapora kevin a otopsiyê jî tê xwendin wê wehşeta ku wehşiyane hatiye kirin û kî çima zarokekî 16 salî kuşt? Di heyama vê dozê em li pey van pirsan bûn û bersiva vê yekê dê di encama darizandina serokatiya we de em hêvî dikin ku dê were dayîn. Di 14 niştinan de me qetlîamên hanê yên wehşî anî bibîranîn û sirf ji bo ku ev pirs werin bersivandin me çendîn caran dilê heval û malbatên Yasîn şewitand. Dema ku em li pey van bersivan bûn hinek bersûc bi israr diyar kirin ji ber ku ew Kurd in div an mehkemeyan de tên darizandin û dûçarê muemeleyên nîjadperestî dibin. Lê kesên ku dibêjin ji ber ku ew Kurd in di vê mehkemê de tên darizandin… Hemî meqtulên ku wehşiyane hatin qetilkirin jî Kurd bûn.”

“Em dixwazin hişmendiya ku zarokan qetil dike di mehkema we de werin darizandin û werin mehkûmkirin”

Sadak diyar kir heta ku hinek şewat neyên dîtin nayên fêmkirin. Dûvre Sadak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Carinan bes tê seyrkirin. Şewata ewladê ji van yekî ye. Mînak Fîkrî Boruyê bavê Yasîn beşdarê her niştinê bûye û di her niştinê de kezeba wî dişewite û ji bo ku vê nede diyarkirin serê xwe ditewîne û bes dikêşe nav xwe. Mehmet Gokgozê bavê Hasan jî beşdarê her niştinê dibe û li pey edaletê ye. Carinan ji bo ku nava xwe vala bike qêk kiriye û carinan jî feryad.. Neviyê xwe yê ku emanetê lawê wî bû li cem xwe tîne û bi kul û kovan bendewarê biryara edaletê ye. Zarîfe Dakaka dayîka Huseyîn Dakak jî hemî derd û kulê xwe avêtiye nav xwe û wek bendewar beşdarê niştinê bûye. Em dixwazin hişmendiya ku zarokan qetil dike di mehkema we de werin darizandin û werin mehkûmkirin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir