• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê, ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku di bernameya Wîladeta Pîroz de axavtin kir diyar kir ku civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne.

Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku li Rihayê wek gotarvan beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bû destnîşan kir ku bê edalet mimkûn nîne civak li ser piyan bimîne.

Yavuzê ku ragihand civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne wiha destnîşan kir: “Ciyê ku edalet tunebe însan bihev bawer nakin. Li her kolanên bajarê qamerayên mobesê werin a daliqandin jî dê rêjeya bersûciyê dîsa zêde bibe. Bi tedbîrên polêsî, hêzên dewletê û bi tu qewtên beşerî beriya zêdebûna sûcan, bêewlebûna di civakê de, feqîrtiya madî û manewî, xerabûbûna exlaqê nayê girtin. Ev yek bes bi edaletê mimkûn e.”

“Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne”

Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Edalet ew e ku mirov her tiştî baş pêk bîne. Berevajiya vê yekê zulm e. Zulma dewlet û civakê mayînde nabe. Cemiyet berbad dibin. Em Sûrî dibînin. Wê derê DYA, Îsraîl an jî Ûris neanîn vê halê. Wan deriyeke vekirî dîtin. Ji mekanîzmeke bê edalet têketin hindir û Sûrî perçe kirin. Iraqê; DYA an jî Îsraîl neanî vê halê. Gelê Iraqê û pergala wê zulmê li gelê xwe kir.”

Dûvre Mela Beşîr Şîmşekê endamê Îttîhadu’l Ulema di derheqê heq û edaletê de axivî. Şîmşek diyar kir ku Xwedê Teala nirxeke herî girîng a wek edaletê bexşê însanan kiriye.

Dûvre Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwedê Teala di ayeta pîroz de wiha ferman dike: “Bê guman me erd û ezman û her tiştên di nabeyna van de wek heq xulq kiriye. Xwedê Teala kâînatê li ser heq û edaletê xulq kiriye. Pêxemberê me di xutbeya xwe ya xatirxwazê de wiha destnîşan dike; ‘Xweda herkesê bi heqê wê xulq kiriye û heqê xwediyê heqê dayê.”

“Xweda 124 hezar Pêxemberan ji bo ku saedet û edaletê temîn bikin şandiye ser rûyê dinê”

Şîmşek, destnîşan kir ku Xweda 124 hezar Pêxemberan ji bo ku saedet û edaletê temîn bikin şandiye ser rûyê dinê. Dûvre Şîmşek wiha destnîşan kir: “Ew pêxember mutleqe bi zalimanên ku ji bo heqê rakin û zulm bikin re micadele kirine. Li civakên xwe heq û edaletê hakim kirine. Ji bo vê micadele kirine. Ev yek jî dide nîşandan ku dînê me çiqas ehemiyetê dide heq û edaletê. Îro em di dinyayeke ya ku heq û edalet têde tûne de dijîn.”

Şîmşek wiha dawî li axavtina xwe anî: “Îro, însan çewtî dike. Ji ber ku dûbare berê xwe ji wehyê, rêya Pêxember, Quranê zivirandiye carek din zulm, hêstir, kîn û edawet belav bû. Wê çaxê divê ku em çi bikin? Em jî heta wekê selefên xwe berê xwe nedin wehî, Quranê û Pêxember mimkûn nîne ku em xelas bibin.” (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir