• DOLAR 32.547
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2441.096
  • ...
Cemîyeta Mustezefan di derheqê Mîracê de peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezefan, bi minasebeta Qendîla Mîracê di derheqê girîngiya şevê de peyamek weşand.

 Peyam bi ayeta herî ewil a Sûreya Îsrayê ya “Xweda ji her kêmasî û pûçiyê pak û berî ye, Ew ê ku bendeyê xwe (Muhammed) di şevekê de ji Mescîdê Heramê (Kabe) biriya Mesîdê Aqsaya ku me hawîrdira wê pîroz kiriye, da ku em nîşanên xwe bidin nîşanî Wî. Bê gûman Xweda dibîne û dibihîse.” hat destpêkirin. Dûvre hat diyarkirin ku ew bi kêfeke xweş salvegera hedîseya Mîracê îdraq dikin.

Di peyamê de hat destênîşankirin ku şeva Mîracê him bi şiklê pêkhatinê him naverok û him jî bi encamên xwe hedîseke pirr mezin e. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Jiyana Pêxemberê me yê Zîşan ê ku ji bo alemê wek rehmet hatiye şandin temamî ji ders û îbretan hatiye dagirtin.”

Peyam wiha hat domandin: “Rebbê me di Mîracê de 3 xelatên ku jihev biqîmettir in daye Resulullah. Ji van yekî nimêj e. Ya duyemîn 2 ayetên herî dawî yên Sûreya Bakarayê ya ku wekê Amenerresulu tê zanîn û ya sêyemîn têketina cinetê yên ku ji Xweda re şîrk neçin e. Xweda me ji wan kesên ku di rêya musteqîm de dimeşin bike.”

Di dawiya peyamê wiha hat destnîşankirin: “Bi vê wesîlê em Mîraca Umeta Îslamê tebrîk dikin. Xweda bi hirmeta vê şevê îmanî îxlas, îlm, amel û edeba ku dê me nêzîkî xwe bi xwe bike nesîbê me bike.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir