• DOLAR 32.332
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2320.606
  • ...
Yetîm-Der bi sedan kesên yetîm bir seyranê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li seyranê hinek zarok bi gogê û santraçê leystin û hinek ji wan jî li parkê li kêfa xwe nihêrtin. Zarokên ku li parkê neleystin jî parka  heywanan geriyan.

Temsîlkarê Navçeya Baglarê yê Yetîm-Derê Vedat Bîlge di derbarê seyrana ku ew tertîp kirin de agahiyan da  û destnîşan kir ew zêdetirî 300 yetîman anîne seyrnaê.

Bîlge di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew her sal ji bo yetîman bernameya seyranê tertîp dikin û di nav seyrana îsal de zarokên malbatên ku di pevçûnên Sûrê de mexdûr bûne jî hene. Bîlge dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me vê bernameya xwe ya ku em her sal tertîp dikin ji xwe re kiriye wek adetekê. Me îsal jî bi alikariya xêrxwazekî zarokan ji bo seyranê anî vê derê. Zarok li vê derê pir zêde xweşik dileyzin û kêfxweş dibin. Em ji ber vê kêfxweşiya wan bextewar dibin. Lewra kêfxweşiya yetîman kêfxweşiya me ye.”

 “Ger yetîm bikenin em ê kêfxweş bibin”

Bîlge di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek Yetîm-Derê kampanyaya bi navê ‘ Ger Yetîm bikene dê dinya bikene’ dane destpêkirin û wiha got: “Yanî ger yetîm bikenin em ê kêfxweş bibin. Me îro 250-300 kesên yetîm anî vê derê. Me di xebatên xwe yên sala borî de jî nêzî 400 zarokên yetîm biribû seyranê. Di wê bernameya ku me sala borî tertîp kir de ez bûm şahid ku du zarok du nav xwe de diaxivin. Yek ji wan yê din re digot ‘bavê min ev 3 sal e ku rehmet kiriye û ji wextê ku bavê min rehmet kiriye vir ve tu kesî min nebiribû seyranê.’ Ev gotina wî zarokî min dilzîz kir. Înşallah em ê van xebatan bidomînin û zarokan di van organîzasyonan de bînin ba hev.”

Berî niha min nedîtibû ku zarokên min ev qas kêfa wan hatibû”

Fatma Kuzuya diya 2 zarokên yetîm e di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wiha anî zimên: “ Ev bû 9 sal ku mêrê min wefat kiriye û 2 zarokên min hene. Ev cûr bername pir xweş in. Xweda ji wan kesên ku van beranmeyan tertîp kirine razî be. Zarokên me di van bernameyan de kêfxweş dibin. Her wiha ev bernameyên Yetîm-Derê me jî kêfxweş dikin. Min berî ne dîtibû ku zarokên min ev qas bi kêf bûne. Ji ber ku îmkana me tuney em nikaribûn biçin seyranê,  Em wasitaya Yetîm-Derê li tehma vê şadiyê mezand.”

Zarokên bi navê Guzel Yutmaz(12), Muhammed Canbey(13), Yusuf Kaya(11), Muhammed Yut(13) û Îbrahîm Elfas(12) ên ku hatibûn seyranê di derbarê mijarê de diyar kriin ew pir kêfxweşin ku hatine seyranê.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir