• DOLAR 32.563
  • EURO 35.023
  • ALTIN 2434.268
  • ...
Peyama 'Wîladeta Pîroz' a di derheqê Heq û Edaletê de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama Wîladeta Pîroz a 10 maddeyî ji teref Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember M. Elî Altun ve hat xwendin.

Altun 10 maddeyan wisa bi rêz kir:

1-Heq û edalet di çareserkirina temamê mişkîle  û problemanda hakemtiya Qur’an û Sunnetê qebûlkirin e. Ji Qur’an û sunnetê re xizmet kirin ji edalet û heqê xizmetkirin e.

2-Heq û edalet; ji perçebûn û îxtîlafê xelasbûn û tesîskirina wehdetê ye. Sedema bingehîn a perçebûn û dabeşbûna ku em tê de ne îxtîlafên di nav Mislimanan de ye. Çareya îxtîlafê bêyî ku li mezheb, qewm û meşrebê bê nihêrtin di nav Mislimanan de sazkirina wehdetê ye.

3-Heq û edalet; ji bo îxtîlaf û pevçûn xelas bibin bi temsîlkarên kufr û tuxyanê ve hêvî girêdan nîne, berewajî ji bo îxtîlaf û pevçûn xelas bibin bi hev re xwe bi benê Xwedê ve girtin e. Çareya vê yekê di Qur’anê de diyar e.  Misliman çareseriyên meseleyên xwe nikarin bisperin pêşîvanên kufr û tuxyanê. Ger ev mesele bên spartin dê pevçûn û îxtîlaf zêdetir û kurtir bibin.

4-Heq û edalet; xwe ji pevçûn, qetlîam û xerakirinan spartina sulh û aştiyê ye. Dema ku di nav Mislimanan de çek û pevçûn hebe di wê zemînê de qala aştî û sulhê nikare bê kirin. Divê peyama Îlahî  ya ‘Ger du komên Mislimanan pev biçin û li hev bixin wan li hev bînin..’(Hucurat 9) bibe dustur û şîar. Ji bo sulh û selametiya alema Îslamê û ya temamê dinyayê rê ji îhyakirina rêya edalet û heqiyê ya  Hz. Muhammed Mustafa derbas dibe.

5- Heq û edalet ; xwe ji şerrên îftîra û bêbextiyan mihafezekirin û xwe spastina şahidiya edaletê ye. Derew, îftîra û xeberên çewt sedema sereke ya şiddet û pevçûna di nav Mislimanan de ye. Divê ji xeberên ku dê di nav Mislimanan de fitne derbixin re îtîbar neyê kirin. Neyartî li hember qewmekî divê nebe sedema bêedaletiyê û divê hemû kes bibin ji şahidên adil ên ku heqiyê li ser piyan bigrin.

6-Heq û edalet; xwe ji kîn, nefret û neyartiyê şûştin û xwe bi biratiya Îslamê ve girtin e. Misliman birayê Mislimanan e. Zilmê lê nake û wî teslîmî zaliman nake. Tu hevpeyman û meslehet wê heqê nade tu kesî ku zaliman û neyarên Îslamê tercîhî birayê xwe yê Misliman bike. Biratiya Ensar û Muhaciran ji bo Mislimanan mînake herî delal e .

7-Heq û edalet; xwe ji xapandin, lebikandin û bêewlehiyê spartina rastî û wefaya ehdê ye. Di warê çareserkirina mişkîleyan de  û di dayîna heqên bingeh de divê şeffaf bê tevgerîn û esle divê rêya lebikandin û xapandinê neyê girtin. Divê çareseriya mişkîleyan ji bidestxistinên siyasî re neyê fedakirin û divê bi tu sûretê heq û huriyetên bingeh nebin meseleya bazariye. Divê herkes ji sozên xwe re sadiq û di warê xwedîderketina emanetê de ‘Emîn’ bin.

8-Heq û edalet;  cilê jar, feqîr û birçîbûnê ji xwe kirin û îhyakirin riha arîkarîkirin û piştevaniyê ye. Divê zekat û înfak bi şikleke kamil di nav Mislimanan de were bicîkirin. Divê Misliman di warê tedarikkirina îxtîyacên birayê xwe yê Mislimanan de birayê xwe tercîhî xwe bike. Heta ku Ummeta Îslamê alîkariya hevdû bike ew ê civak û ferd di nav heq û edaletê de bijîn.

9-Heq û edalet; ji tarîtiya cehalet û bêagahiyê ber bi  ronayiya hikmet û ilmê ve çûyîne. Sedama hisûmet û bereberiyê ya di nav Mislimanan de cehalet e. Divê li dijî vê yekê bi ilm, irfan û hikmetê bê mucadelekirin. Divê ilm û hikmet weke malê ku ji teref Muminan ve hatiye windakirin bê hisabandin û ji dergûşê heta gorê di vê oxirê de bê mucadelekirin.

10-Heq û edalet; ji koletiya pergela beşerî rizgarbûn û bi heqê wê ji Xwedê re bûyîna evdîtiyê ye. Çavkaniya temamê zehmetiyên ku em dijîn pergelên beşerî yên ku ne Îslamî ne. Ev pergalên beşerî ji me dixwazin ku em ji wan re bibin evd. Rêya rizgarbûna ji vê rewşa xirab  ji Xwedê re bi heqê wê evdîtî kirin e. Heq û edalet ji evdîtiya evdan rizgarbûn û ji Xwedayê ku El-Heqq û El-Adil e re evdbûn e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir