• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Li Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Arîkarên Serokên Giştî, Endamên GÎKê, teşkîlatên navçê û bajaran û her wiha bi dehhezaran Êlihî beşdarî bernameya ku di seaet 13.30an de dest pê kir bûn û eleqeyeke mezin ji bernamê re nîşan dan.

Birêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê  Îlahiyatnas-Nivîskar Mehmet Goktaş di bernameya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir. Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Êlih bajereke bi eşqa Muhammedî dişewite ye.

“Silav ji Êliha ku ji hemêza ku mêr û egîdan, rêber û lîderan derxistîye”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Êlih ne wek wan bajêrên din e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êlih warê şênbûna îmanê û kahniya muhebbeta Muhammedî ye. Silav ji Êlihê re. Silav ji Êliha ku ji hemêza ku mêr û egîdan, reber û lîderan derxistîye re. Silav ji Êliha ku bi seyda û alimên xwe şekil dide vî welatî. Wellahî, Mlih bi qerarên ku standiye û bi helwestên ku nîşan daye behna ummetê berdaye. Êlih bi ilm û irfana xwe  û bi siyaseta xwe dengeyên vî welatî guhartiye û ew ê biguherîne jî.”

“Dê kafir û dijminên Mewlûdê nûra Resûlê Xweda bitefînin û ew ê ev nûr roj bi roj, sal bi sal geştir bibe”

Goktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir dê kafir û dijminên Mewlûdê nûra Resûlê Xweda bitefînin û ew ê ev nûr roj bi roj, sal bi sal geştir bibe. Goktaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda ji bo edalet û heqiyê Resûlullah şandiye. Xweda wî bi şikleke taybet hilbijartiye. Ev yek ne tesaduf e. Dê kafir û dijminên Mewlûdê nûra Resûlê Xweda bitefînin û ew ê ev nûr roj bi roj, sal bi sal geştir bibe.”

“Resûlê me di 40 saliya xwe de dest bi van karan nekir”

Dema ku Xweda wî bijartiye vê yekê daniye pêşiya wî: Ew ê pêxemberê min êtîm be, ew ê zanibe bêbavîtî çiye, ew ê Resûlê min sêwî be,  ew ê ji diya xwe re têr nebe, feqîr be, ew ê li Mekkê şivantiyê bike û ew ê nanê tisi bixwe.  Lewra encax yekî wisa dikare edalet û heqiyê tesîs bike. Resûlê me di 40 saliya xwe de dest bi van karan nekir. Ji zaroktiya xwe ve zilm çiye, neheqî çiye tevakan dît. Hinek kes zen dikin ku di 40 saliya xwe de dest pê kiriye. Ew ji zaroktiya xwe ve ji bo karibe heqiyê li ser piyan bigre û ji bo akribe neheqiyê ji holê rabike çi ji destên wî hat kir. Komeleyan damizrandin û li wê derê fealiyetan kirin. Lewra Xweda wî wisa afirandibû. Xweda wisa wî xwedî kirinû ka bêbavîtî û bêdêtî û feqîrtî çiye?”

“Ey Muhammed! Ew ê tu îdarê bixî destê xwe, ew ê tu hêz û qewetê nexî destên zaliman”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de vê peyamê da: “Dema ku hêz û qewt têkeve destên bêînsafan ew ê dinya ber bi fesadiyê ve biçe. Xweda ji Resûlê xwe re erk û wezîfeyek da. Lewra tenê ne bes bû ku Resûlullah bi merhemet be. Dilên me hemiyan dişewite, lê em nikarin tiştekî bikin. Başe, ji bo vê çi lazim e? Vaye Xweda tiştekî hînî Resûlê xwe dike: “Ey Muhammed! Ew ê tu îdarê bixî destê xwe. Ew ê tu hêz û qewetê nexî destên zaliman.’ Zalim dê bi qewet nebin. Ew ê însanên bi îman û bi wijdan bi hêz û qewet bibin. Esil cihê girîng ev der e. Ger hêz û qeweta we tunebe û ger hûn ne di îdarê de bin heta ku hûn dikarin bigrin, vekişin mal û camiyan û bigrin dîsa jî hûn nikarin tiştekî wisa bikin.  Ji bo em karibin tiştekî bikin weke ku Pêxemberê me kiriye bikin û em ê dest deynin li ser îdarê.”

Dûvre Lêkolîner-Nivîskar Mahmut Kilinç, destnîşan kir ku bi hatina meha Nîsanê dil bi muhebbeta Muhemmed hatin dagirtin.

Kilinçê ku diyar kir mimkûn nîne mirov Hz Muhammed terîf biike wiha axavtina xwe domand: “Ya Resulallah! Îro salvegera te ya hatina dinê ye. Ey can! Ziman nikarin te bînin ziman. Qelem serê xwe ditewîne. Terîfa te zor e. Medha te di kûrahiya oqyanusan de xeniqî.  Dema ku navê te tê yadkirin aşiq bi eşqa te dibin mecnun. Şan û şeref li cem te ye. Tu ji dê û bavê me biqîmettir e.”

“Xweda Teala ji bo tesîsa edaletê Pêxember şandiye”

Kilinç diyar kir ku di dîrokê de her tim Xweda ji bo ku edaletê tesîs bikin Pêxember şandiye. Dûvre Kilinç wiha diyar kir: “Dema ku em li dîroka mirovahiyê meze dikin em tabloyeke mezin dibînin. Ew tablo, tesewûra helbesvanan nîne. Tabloya kesên ku li pey edaletê direvin û edaletê wek mîras hêştine ye. Xweda Teala ji bo tesîsa edaletê Pêxember şandiye. Wan jî edaletê tesîs kirine. Însanan ji butxane, meyxane û diziyê xelas kirine û însanan kirine medenî. Bi destê van însanan edaletê tesîs kirine.”

“Heq û edalet çareseriya hemî pirsgirêkan e”

Kilinç, bal kişand ku xelasiya ji bela û pirsgirêkan bi tesîskirina heq û edaletê mimkûn e. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Heq û edalet çareseriya hemî pirsgirêkan e, xelasiya ji belayan e. Tesîsa wehdetê ye. dawîbûna îxtîlaf, şer, perçebûn, qetlîam û enkazan e. Rêya sulh û silametiyê ye. Terkkirina dijmintiya heq û edaletê ye. Pêxemberê Îslamê di vê rêyê de însanan ji zulm û şîrkê derxisiye sahîla silametiyê. Ji   edalet; ji feqîrtî, cehaletê derxistiye ronahiyê. Dema ku Misliman bi edaletê hikim dikin Xweda hakimiyeta ser rûyê dinê daye wan.”

“Di tunehiya edaletê de Misliman di xewa xefletê derazane”

Kiliç axavtina xwe wiha domand: “Îro alema kufrê, Ewrûpa, Amerîka li ser navê edaletê axên me îşqal dikin. Bajarên me didin ber bombeyan û di îbadetxaneyên me de pîrek û zarokên me dikujin. Vaya edaleta Hz Muhammed û vaya edaleta Ewrûpayê. Em îro ji her rojê zêdetir mihtacê heq û edaletê ne. Di tunehiya edaletê de Misliman di xewa xefletê de ne. Êdî alîkariya Xweda kengî ye? Feryad û fîxana me li Iraq, Sûrî, Misir, Filîstînê li her derê bilind dibe. Êdî projeyên kufrê ji holê rabû. Fecra kufrê derew e. Fecra Îslamê hatiye. Xelasî ji Êlih, Diyarbekir, Wanê hatiye.” (ÎLKHA)































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir