Kesên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a li Mêrdînê bûn hest û ramanên xwe vegotin
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Mêrdînê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin, kesên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a li Mêrdînê bûn hest û ramanên xwe vegotin.
Erdal Havuzogluyê ku beşdarî bernamê bû ji Platforama Evîndarên Pêxember re teşekur kir û di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Ev cûr bername pir xweşik in, berî niha jî dihatin tertîpkirin û em beşdarî wan dibûn. Xweda ji wan kesên ku van bernameyan tertîp dikin razî bibin. Îro li Êlihê û heftiya were jî ew ê li Diyarbekirê bê tertîpkirin. Înşallah em ê beşdarî wan bibin. Di van rojên dawî de di derheqê Wîladetên Pîroz de nivîsên cahilane tên nivîsîn. Em li wan kesan dinêrin bûne profesor , lê nebûne însan. Yadkirina pêxember, anîna selewatan gelo eb yek sûc in? Berewajî divê em kêfxweş bibin, lewra însan bi şikleke girseyî Xweda û Resûlê Wî zikir dikin. Gelo ji vê xweştir tiştek heye.”
Kesên bi navê Şeyhmus Ozsoy, Zehra Xanim, Mehiye Kiliç, Abdurrahman Akbalik, Hamdullah Bekîroglu, Ziyaeddîn Ozsoy û Mehmet Sîraç Şîmşek ên ku beşdarî bernam bûn di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku tên tertîpkirin de hest û nêrînên xwe wiha vegotin: “ Maşallah bernameyeke pir xweş e, em her sal beşdarî dibin. Ew ê hefiya were li Diyarbekirê bê tertîpkirin em hemû kesî vedixwînin wê derê. Em di van bernameyan de hezkirin û muhabbeta xwe ya ji bo Xweda û Resûlullaj nû dikin. Înşallah her roja ku derbas bibe ew ê qelebalixtir bibe. Însan êdî heyata Resûlê Xwedê îdrak dikin û tên van beranameyan.”(ÎLKHA)