Êlih ji bo bernameya Wîladeta Pîroz amade ye
Temamên haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz a kuew ê ji teref Plartforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bê tertîpkirin bi dawî bûn.
Îro ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê ew ê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed ‘ bê tertîpkirin. Temamê haziriyên ku ji bo bernamê dihatin kirin bi dawî bûn. Li bajêr ji ber Wîladeta Pîroz kelecaneke pir zêde heye. Êlihiyên ku dixwastin werin bernamê digel ku ji destpêka bernamê re çendîn seat mabin jî berê xwe dan qada bernamê û cihê xwe girtin.
Li cihê qada ku dê lê bername bê lidarxistin alên mezin ên ku li ser wan ‘La îlaha Îllallah Muhammed Resûlullah’ hatibû nivîsandin hatin daliqandin. Her wiha pankartên ku bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Ingilîzî li ser wan ‘Hûn bi xêr hatin’ hatibû nivîisîn bi qadê ve hatin daleqandin.
Ji bo bernameya ku dê bê tertîpkirin nêzî 500 polêsan hatin erkdarkirin û her wiha di komîteya tertîpê ya Platforma Evîndarên Pêxember de jî hezar û 100 kes hat wezîfedarkirin.
Ji bo di beranamê de îzdîham çênebe cihê têketinê ya pîrek û zilaman ji hev hat veqatandin.
Ew ê bername zindî bê weşandin
Bernameya ku dê bê tertîpkirin dê bi weşana zindî ya hevpar a Rehber û Kudus TVyê bê weşandin. Her wiha gelek rojnameger bernamê dişopînin. Frekansên bernameya ku dê zindî weşandin wisa ye:
Satellite: TURKSAT 3A
Frekans:11544 Mhz
Symbol Rate: 2222
Polarizasyon: H
Fec: 5/6
Li qadê di çarçoveya tedbîran de kona tenduristiyê hat vekirin û di vê konê de gelek personelên tenduristiyê hatin wezîfedarkirin. Her wiha ji bo ji mêvanên ku bên qadê re av hat anîn. Li cihê qadê hat dîtin hûnermendên Ajansa Ozlemê beriya destpêka bernamê îlahî û ezgiyan bi deng dikin.
Naveroka bernameya ku dê di 13.30an de hat eşkerekirin
Li gor agahiyan naveroka bernamê wisa ye:
-Tîlaweta Qur’ana Kerîm
-Mewlûda Şerîf
-Marş û Îlahî
-Axavtina Kurdî ya Mela Mahmûd Kilinç
-Daxuyandina encama seferberiya selewatan
- Xwendina metna ku ji 10 maddeyan pêk tê û di nav xwe de peyama Wîladeta Pîroz dihewîne
-Dia û dawî bûn.(ÎLKHA)